Li Cilawûzê çopê davêjin rûbar 2018-02-26 13:02:49 QERS - Li navçeya Cilawûzê, hemû çopa navçeyê davêjin rûbarê navçeyê.  Li navçeya Cilawûz a Qersê, hemû çopa navçeyê, davêjin rûbarê di navçeyê re diherike. Rûbar veguheriye sergo û şaredariya AKP’ê bi tu awayî mûdalixeyê vê rewşê nake. Ev nêzîkatiya şeredariya AKP’ê rastî bertekên gel tê. Gelê navçeyê, diyar kirin ku şaredariya AKP’ê çavê xwe ji vê rewşê re digire û gotin: “Rûbar di mehên havînê de gelek bêhnê dide û em bang li şaredariyê dikin ku rûbar paqij bikin.”