Girtiyê nexweş Baymiş jiyana xwe ji dest da 2018-02-26 12:35:54 AMED – Nîhat Baymiş ê li girtîgehê bi nexweşîna losemî ket, demek dirêj dermankirina wî pêk nehat. Baymiş ê li nexweşxaneyê dihat dermankirin serê sibê jiyana xwe ji dest da.  Nîhat Baymiş li Girtîgeha Hejmara 4’an a Tîpa T a Şakranê dima û li vir bi nexweşîna losemiyê (penceşêra xwînê) ket. Lê dermankirina nexweşîna Baymiş nehat kirin û her roja ku çû lê zêde kir û rewşa wî xerab bû. Baymiş bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” beriya 7 salan hatibû girtin û beriya cezayê wî xelas bibe di 9’ê hezîrana 2017’an de bi şertî hat berdan.  Baymiş ê ev du hefte bû li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dihat dermankirin, serê sibê jiyana xwe ji dest da.    Malbata Baymiş cenaze ji morga nexweşxaneyê wergirt û li Goristana Yenîkoyê ya Rezana Amedê defin kir. Di merasîmê de malbata Baymiş, endamên Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Zîndanan re, rêveberên DBP Û HDP’ê amade bûn. Cenaze bi xwendina duayan spartin axê.   Hevserokê HDP’a Amedê Mehmet Şerîf Çamci di merasîmê de axivî û got ku Baymiş ji ciwaniya xwe heta niha ji bo gelê xwe têkoşîn da meşandin. Çamci anî ziman ku her roja ku diçe pirsgirêkên li girtîgehan zêde dibin û got: “Gelek hevalên me yên wek heval Nîhat bi nexweşînên giran re rû bi rû ne. Bi nexweşînan re di nav têkoşînê de ne. 26 girtiyên bi mirinê re hevrû ne hene. Bila destên xwe deynin ser wîjdanê xwe û dev ji vê zilmê berdin.”    Ji bo Baymiş dê li Mala Şînê ya Pasûriyan serdanên sersaxiyê bên qebûlkirin.    Ajansa me vê sibehê têkildarî rewşa nexweşîna Baymiş a giran û bi mirinê re û rû bi rû maye nûçe serewîs kiribû.