Dr. Yilmaz: Hêzên navnetewî li dijî kurdan di nav lihevkirinê de ne 2018-02-26 11:59:13 ENQERE – Pispora Têkiliyên Navnetewî Dr. Arzu Yilmaz diyar kir ku hêzên navnetewî li dijî kurdan di nav lihevkirinê de ne û got: “Ez tiştên li Efrînê diqewimin û tiştên piştî referandûma Kurdistana Federal pêk hatin ji hev naqetînim. Tişta li Kerkûkê pêk hat çi be tiştên li Efrînê pêk tên jî heman tişt in.”  Pispora Têkiliyên Navnetewî akademîsyen Dr. Arzu Yilmaz der barê geşedanên li Efrînê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    ‘RÛSYA NAXWAZE KURD Û ESAD LI HEV BIKIN’    Yilmaz têkiliya hêzên kurd xwestin bi rejîma Sûriyeyê re deyne wiha nirxand: “Sedemên herî mezin a ku diyaloga di navbera Esad û YPG’ê de nagihîje encamekê, ew e ku Rûsya vê yekê erê nake. Wisa tê fêmkirin ku raste rast dixwaze Tirkiyeyê bi rejîma Esad re bike muhatab û temase bikin. Û vê pêvajoyê wek firsendek dixwaze Tirkiyeyê û rejîma Esad bi hev re bîne ser maseyekê. Vê yekê wisa dinirxîne.”    ‘REJÎMA ESAD TIRKIYEYÊ WEK DAGIRKER DIBÎNE’    Yilmaz bersiva pirsa “Dibe ku Esad û Tirkiye bên gel hev?” wiha da: “Esad û Erdogan alîgirê vê yekê an na. Min hêj jê fêm nekiriye. Dema aliyê Esad dixive dibêjin ku Tirkiye dagirkeriyê dike. Dema em li daxuyaniyên aliyê Esad binêrin, mirova dikare bifikire ku aliyê Esad ji bo Efrînê bi Tirkiyeyê re ne di nav hevkariyekê de ye. Lê aliyê din jî rastiyek heye. Esad bêyî destûr û erêkirina Rûsyayê nikare tevger bike. Lê Esad êrîşên Tirkiyeyê wek hêza dagirkeriyê pênase dike. Li gel ku Rûsya zorê dide jî sedemê ne hatina ba hev a Tirkiye û Efrînê, rejîma Esad ji dilbûna Tirkiyeyê bawer nake û wê wek hêza dagirker pênase dike.”     ‘EV HÊZ DI BIN BANDORA ÎRANÊ DE NE’    Yilmaz diyar kir ku komên bi navê Hêzên Parastina Neteweyî (NDF) yên hatin Efrînê di bin bandora Îranê de ne. Yilmaz anî ziman ku ev hêz li gel Rûsyayê hatine Efrîne û wiha got: “Têketina artêşa Sûriyeyê ya Efrînê pêk nayê. Îran jî vê yekê wek firset ji xwe re dibîne û dixwaze xwe li pêş bixe. Li dijî Tirkiyeyê ya herî pêkan û derfetên lezgîn ji xwe re nirxand û hêzên xwe yên milîs şand Efrînê. Ev yek jî wek encama li hevkirina tevgera kurd û Îranê derdixe holê.”    ‘TIRKIYE BI PÊŞ VE BIÇE, DIBE KU TIRKIYE Û ÎRANÊ BÎNE HEMBER HEV’    Yilmaz îşaretî hatina NDF’ê ya Efrînê û daxuyaniya “Em ê navenda bajêr dorpêç bikin” a di heman demê de ya Erdogan kir û wiha axivî: “Piştî vê saetê êrîşên li dijî navenda Efrînê dê Tirkiyeyê û Îranê bîne hember hev. Di encamê de ya bi desteka NATO an jî bi erêkirina Rûsya dibe tevgerek derkeve. Dibe ku vegere pevçûna navbera Tirkiye û Îranê. Heke ku Tirkiye bi DYA’yê re mutabakatek tam pêk bîne dikare bikeve navenda Efrînê. Ev jî di van şertan de pir zehmet e.”    ‘EFRÎN BERDEWAMA KERKÛKÊ YE’    Yilmaz da zanîn ku kurdan di pêvajoya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de gelek qadan bi dest xistin û wiha got: “Kurd ji aliyê hêzên navnetewî û herêmî ve dixwazin dafdin nav sînorên neteweyî. Piştî şerê li dijî DAIŞ’ê bi dawî bû, hat dîtin ku hêzên navnetewî li dijî kontrola axa di destên kurdan de di nav mutabakatê de ne. Ev yek pir vekirî hat dîtin. Ez tiştên li Efrînê diqewimin û tiştên piştî referandûma Kurdistana Federal pêk hatin ji hev naqetînim. Tişta li Kerkûkê pêk hat çi be tiştên li Efrînê pêk tên jî heman tişt in.”    MA / Selman Guzelyuz