Danişîna Aladagê dest pê kir: Ew dozger û dadger çiqas bi aramî radizên? 2018-02-26 11:31:35 EDENE - 5'emîn danişîna doza facîaya Aladagê dest pê kir. Malbatan berî danişînê daxuyanî dan û berdana 4 bersûcan şermezar kirin. Malbatan got "Gelo canê zarokan ew qas hêsan e? Ew dozger û dadger çiqas bi aramî dikarin razên?"  5'emîn danişîna doza cînayeta 11 zarokên li Wargeha Xwendekaran a Suleymaniyan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan li Dadgeha Cezayên Giran a Kozanê hat dîtin. Beriya danişînê malbatên zarokan li pêş edliyê daxuyanî dan. Ji ber ku di danişînê berê de ji 6 bersûcan 4 bersûc hatin berdan, malbatan bertekên xwe anîn ziman. Piştî bûyerê ji ber dosyaya Midûrê Wargehê Cumali Genç û Serokê Komeleya Alîkariya Xwendekarên Dibistan û Qursa Aladagê Îsmail Ugur jî li dosyaya din zêde kirin hêjmara bersûcên cînayete derket 14’an.    Endamên malbatê û endamên Komeleya Mafên Civakî (SHD) û gelek kesên din tev li danişînê bûn. Malbat li ber Odeya Bazirganiyê ya Kozanê kom bûn û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Parêzerê SHD'ê Can Atalay, diyar kir ku ew li bersîva pirsek hêzan digerin û berdana 4 bersûcan şermezar kir.    CANÊ VAN ZAROKAN EW QAS HÊSAN E?    Malbatan jî bertek nîşanî berdana 4 bersûcan dan û gotin "Ma canê zarokên me ew qas erzan e?  Gelo ew dozger û ew dadger dikarin bi hêsanî razên?  Piştî daxuyaniyê malbatên ku xwestin têkevin salonê bi hinceta ewlehiyê destûr nedan. Danişêne dest pê kir.    Malbatên zarokên jiyana xwe ji dest dan, parêzer û û parêzerê SHD'ê piştî niqaşan derbasî salonê bûn û tev li danişînê bûn. Dîsa parlamentera CHP'ê ya Edeneyê Elif Dogan Türkmen û gelek kesên din jî tev li danişînê bûn.