Gardiyenan girtiyên sewqî Akhîsarê kirin derp kirin 2018-02-26 11:26:44 MANÎSA - 2 jê nexweş 5 girtiyên ji Girtîgeha Tîpa F a Boluyê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê hatin kirin, bi hinceta hejmara ser piyan nedane, hatin derpkirin.  Rayedarên girtîgehê yên girtiyên nexweş Huseyîn Sari, Hasan Şaşmaz û girtî Ridvan Çelîk, Rêber Îldem Nîdaî Tezer ên ji Girtîgeha Tîpa F a Buloyê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê kirin, bi hinceta hejmara li ser piyan nedane, derp kirin.     Derbarê bûyerên de bi telefonê em li rayedarên girtîgehê geriyan, lê rayedarên girtîgehê bi hinceta kesekê agahî bide tuneye, bersiv nedan me