Bîngol ê cenazeyê keça xwe girt: Divê malbat israr bikin 2018-02-26 10:56:19 BEDLÎS - Heta niha ji 267 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatine derxistin, tenê du heb jê radestî malbatên wan hatine kirin. Lezgîn Bîngol ê cenazeyê keça xwe girt, diyar kir ku divê hemû malbat tev bigerin.  Li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê, ji Goristana Xerzanê 267 cenaze hatibûn derxistin û wan şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Ji van cenazeyan heta niha tenê dudo jê radestî malbatên wan hatine kirin. Lezgîn Bîngol, ê cenazeyê keça xwe Dîlan Bîngolê girt û defin kir, diyar kir ku manweiyata wî li Goristana Xerzanê maye û got: "Kêm be jî em hinekî kêfxweş bûn."    ‘GORISTANEKE ME YA EM LI SERÊ DUA BIKIN HEYE'    Bîngol anî ziman ku roja ku ew pê hesiyan cenaze hatine derxistin pir êşiyan e û raya giştî jî dizane ka ew çi qasî têkoşiyan e. Bîngol got: "Beriya her tiştî divê ev yek bê gotin, em zaf xemgîn bûn. Helbet ji bo wergirtina cenazeyê keça xwe û hebûna goreke wê kêfxweş in. Ev yek di heman demê de manewiyata me ye. Em wisa difikirin ku zirar dane manewiyata me. Dereng be jî cenaze hat teslîmkirin. Me jî tevî çend heval û hogirên xwe cenaze teslîm kir. Me cenazeyê xwe li Goristana Karşiyakayê defin kiriye, çimkî ev goristan nêzî me ye. Êdî ez û hevjîna xwe ya bi rojan xew nediket çavê wê, wexta bixwazin dikarin serdana gorê bikin."    Bîngol, diyar kir ku li Saziya Tiba Edlî hin cenazeyên din hene û got: "Belê min girt, lê ev nayê wateya ku her tişt qediyaye. Divê kesên dizanin cenazeyên wan li wir in biçin serî lê bidin. Dema em rûnên wê kes cenazeyê me teslîmî me neke. Divê em hemû jî zanibin ku li pêş me pêvajoyeke zehmet heye. Dibe ku ev pêvajo dirêj jî bajo; dibe 3 mehan be, dibe 5 mehan be. Lê divê malbat di vî warî de bi israr bin. Me giliyê kesên ku bêyî me cenazeyên me derxistin kiribû. Ji niha û pêva jî em ê vê pêvajoya hiqûqî bişopînin. Em wisa bawer dikin ku hiqûq hatiye binpêkirin û em ê heta dawî têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin."