‘Li girtîgehan hewldanên girtiya bixin sîxur zêde dibe' 2018-02-26 10:44:32 ÎZMÎR - Berdevka Înîsiyatifa Piştevaniya bi Zindanan re (ZDÎ) ya Îzmirê Selma Altan, diyar kir ku piştî êrîşên li ser Efrînê polîtîkayên ku girtiyan bikin sîxur li girtîgehan zêde bûye. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Îzmirê Zafer Încîn jî diyar kir ku li girtîgehan hewldana girtiyan bikin sîxur zêde bûye.  Li Tirkiye girtîgehên ku kapasîteya wan 180 hezar in, niha zêdetirî 230 hezar girtî dimînin. Ji ber ku hêjmar zêde ye û girtiyên nexweş nayên dermankirin mafên gelek girtiyan tên binpêkirin û girtî rastî tundî, zext û cezayan tên. Têkildarî binpêkirinên mafan û zextên li ser girtiyan tên meşandin, Berdevka Înîsiyatifa Piştevaniya bi Zindanan re (ZDÎ) ya Îzmirê Selma Altan û Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Îzmirê Zafer Încîn nirxandin kirin.    BI EFRÎNÊ RE ZEXT ZÊDE BÛN   Berdevka Înîsiyatifa Piştevaniya bi Zindanan re (ZDÎ) ya Îzmirê Selma Altan, diyar kir ku piştî êrîşên li ser Efrînê polîtîkayên ku girtiyan bikin sîxur li girtîgehan zêde bûye. Altan, anî ziman ku girtiyan li dijî yek tîpê amadekariyên xwe kirin e û teqez vê yekê qebûl nakin û wiha got: "Wezareta dadê çareriyê di zêdebûna girtîgehan de dibînin. Altan, destnîşan kir ku bi taybetî piştî şerê li Efrinê zêde bû zextên li ser girtîgehan zêde bûn û wiha got: "Her roj girtiyan sirgûn dikin. Girtiyan tazî dikin û sirgûn dikin. Ji ber girtî tazîkirinê qebûl nakin rastî lêdan û tundiyê tên. Li hemû zindanan tecrîdê li ser girtiyan ferz dikin. Şev nivî şevê bi ser odeyên girtiyan de digirin."    Altan, anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa T a Odemişê leşkerên ketin kawîşên girtiyan çêr kirine û neheqî li girtiyan kirine û wiha got: "Li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê jî girtiyên nexweşiyên giran hene. Piştî hevdîtina parêzeran bi ser odeyên wan de digirin. Girtiyên nexweşên giran nikarin xwe bigînin bijîşkan û nayên dermankirin.    'DIXWAZIN BIKIN SÎXUR'    Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Îzmirê Zafer Încîn jî diyar kir ku li girtîgehan hewldana girtiyan bikin sîxur zêde bûye û wiha got: "Girtî rastî pêkanînên tecrîdê tên. Pirtûkên li girtîgehan kom dikin. Di navbera girtîgehan de cudakarî gelek zêde ne. Li hin girtîgehan zext gelek zêde ne. Li hin girtîgehan tecrîda giran heye.  Hefteya borî em parêzer li girtîgehên Şakran a Aliaga Odemiş, Kiriklar, Manisa, Akhisar û Alaşehirê geriyan. Di demên dawî de yek tip xistine meriyetê. Rayedarên girtîgehê diyar dikin ku ew li benda rêziknameyê ne û girti jî diyar dikin ku ew tu carî qebûl nakin. Li hin girtîgehan ji ber girtî li dijî vê yekê derketin rastî lêdanê hatin. Li hin girtiyan lêpirsîna disiplinê hatiye vekirin. Li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê Ergin Aktaş, Ehmedî Xamî, Yusuf Bulut û Dicle Bozan girtiyên nexweşên rewşa wan giran in. Girtiyên nexweş di bin tecrida giran dene. Nameyên girtiyan jî desteser dikin."