Prof. Dr. Yegen: Tirkiye naxwaze kurd bibin xwedî statû 2018-02-26 10:17:43 AMED – Prof. Dr. Mesut Yegen diyar kir ku dewlet li hundir û derve naxwaze kurd bibin xwedî statû û êdî pirsgirêka kurd di nav rojeva siyseta navnetewî de cih digire.  Ji Zanîngeha Bajêr a Stenbolê Prof. Dr. Mesut Yegen, êrîşên TSK û komên OSO yên li ser Efrînê û polîtîkaya hundir û derve ya kurd nirxand. Yegen destnîşan kir ku dewlet li hundir û derve naxwaze kurd bibin xwedî statû û êdî pirsgirêka kurd di qada navnetewî de xwedî rewşek din e. Yegen da zanîn ku Tirkiye hem ji ber serweta şer û hem jî ji ber zoriya şerê bajêr nikare bikeve Efrînê û gotina “Li Efrînê sivîl zerarê nabînin” a rayedaran jî wiha şîrove kir: “Ne pêkan e sivîl zerarê nebinin.”    ‘NAXWAZIN KURD BIBIN XWEDÎ STATÛ’    Yegen anî ziman ku dewlet di polîtîkaya hundir û derve de statûbûna kurdan a legal asteng dike û got: “Kurd di rewşa heyî de xwedî hin destkeftî ne. Dewlet nahêle kurd ji vê astê şûn ve bibin xwedî hin tiştên din. Yanî dibêjin kurd ne li Tirkiyeyê û ne jî li Sûriyeyê xwedî statû ne. Li her du welatan jî statûya legal a kurdan asteng dike. Li Iraqê kurd di pêvajoyek konfedarasyon û serbixwe de derbas bûn. Tirkiye xwest bikeve pêşiya vê yekê jî.”    ‘PIRSGIRÊKA KURD DI ROJEVA SIYASETA NAVNETEWÎ DE YE’    Yegen destnîşan kir ku pirgirêka kurd li qada navnetewî rewşek din bi dest xistiye û wiha got: “Li gorî berê hin bêtir kurd di milê siyasî û leşkerî de xwedî pozîsyonek din in. Kurd ji salên 1990’an bêtir di rojeva cîhanê de ne. Kurd xwedî hêzek zêde ne. Bandorek mezin a kurdan li cîhanê belav bûye.”    ‘NIKARE BIKEVE EFRÎNÊ’    Yegen diyar kir ku êrîşên li dijî Efrînê dê demek din jî dewam bikin û wiha domand: “Serweta şer û zoriya şerê bajêr bandorek neyînî li ser Tirkiyeyê dike. Ji ber vê yekê dê Tirkiye nikaribe bikeve Efrînê. Hêzên herêmî tehamulî Efrînê nakin. Ez wisa difikirin dê êrîş demek bidomin. Lê Tirkiye ji bilî navenda Efrînê li herêma gundewaran dê bisekine. Dibe ku van herêmên gundewar bi dest bixe. Û wê li dijî navenda bajêr operasyonekê pêk neynê. Çunkî hevsengiyên herêmî jî dê destûra vê yekê nedin. Her wiha ji ber serweta leşkerî ya şer zêde ye jî dê nekevin Efrînê.”    ‘TU TIŞTEK DI TARIYÊ DE NAMÎNE’    Yegen bal kişand ser dezeformasyona medyayê ya bi Efrînê re derketiye asta herî bilind û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê welatî tenê ne têkildarî Efrînê, piştî tîrmeha 2016’an vir ve hema bêje têkildarî tu meseleyê enformasyona birêkûpêk nastîne. Piştî tîrmeha 2016'an ve hemû çapemeniya muxalîf û aliyên demokratîk di bin zextan de ye. Medya navendî ala teslîmbûnê vekiriye. Ji ber vê yekê tu tiştek ne wek berê ye û tiştek di tariyê de namîne. Her tişt ronî dibe. Teknolojiya heyî destûr dide ku kes xwe bigîhînin agahiyan.”   NEXŞERÊYA SIBEROJA SÛRIYÊ: HERÊMÊN DI BIN BANEBÛNÊ DE    Yegen der barê Efrînê û Bakurê Sûriyeyê de hin pêşbîniyên xwe wiha vegot: “Niha em tam nikarin bêjin dê encamek wiha derkeve. Lê dema mirov li ahengiya hêzan dinêre, dibe ku her kes destê xwe ji çekan berde jî. Dibe ku herêmên di bin banbûnê de jî pêk werin. Li Sûriyeyê ango herêmên di bin banmayînê de yên Tirkiye, Rûsya û DYA’yê pêk bên. Ev jî tê çi maneyê, rojhilatê Firatê di bin banê DYA’yê û kontrola PYD’ê de bimîne. Rojavayê Firatê û bakurê Helebê jî di destê Tirkiye û muxalefeta sunnî de bimîne. Herêmên mayî jî di destê rejîmê de bimîne. Yanî ev cihên ez behsa wan dikim, dibe ku aktorên herêmî û aktorên kûrewî yên destekê didin wan jî di demek nêz de neçar bimînin piştgiriyê bidin vê yekê.”   Yegen got ku ji bo siberoja Sûriyeyê belkî ya herî giran jî federasyon be.    MA / Selman Keleş – Devran Toptaş