Dayikên Şemiyê: Yên îlegal kesên xizmên me winda kirinî ne 2018-02-26 09:28:07 STENBOL - Dayikên Şemiyê yên 23 salin li Qada Galatasarayê li edaletê digerin bersîv dan dozgerê ku çalakî wekî “suç” pênase kir û gotin: "Yên îllegal ew kesên ku zarokên me winda kirine ne. Em dê têkoşîna xwe heta dawî berdewam bikin.  Li dijî endam û rêveberên hevparên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) 30 kes hatibûn binçavkirin. Ji 30 kesên ku sewqî dadgehê kirin 16 ji wan di 20'ê Sibatê de ji aliyê dadgehê ve bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Di lêpirsîna 30 kesan a li midûriyeta polîsan de axaftinên telefonê wekî delîlên sûc hatin nîşandan. Yek ji sûcdariyan hatin kirin çalakiya Dayikên Şemiyê ye. Di girtekên der barê kesên hatin binçavkirin de hatin girtin ji bo çalakiya malbetên girtiyan a li windayan digerin, hat îdîakirin ku ji bo dewletê "qatil" bidin nîşan vê çalakiyê pêk tînin.    Mirovên Şemiyê ku ji bo li aqûbeta windayan bigerin ji 27'ê Gulana 1995'an heta niha li Qada Galatasarayê çalakiyê pêk tînin, hikûmet bi van îdîayan dixwazin wekî îlegal bidin nişandan.    ‘QET NIKARIN ME TÊK BIBIN'   Yek ji Mirova Şemiyê Îkbal Eren a birayê wê Hayrettîn Eren di 21'ê Mijdara 1980’an de hat windakirin, ji bo li aqûbeta birayê xwe bigere her hefte Roja Şemiyê li Qada Galatasarayê li qadê ye. Eren, bertek nîşanî vê îdîayê da û wiha got: “Çalakiya ku em pêk tînin qet ne îlegal e. Ji bo ku em hesap ji kujeran bipirsin û faîl bên darizandin li Qada Galatasarayê kom dibin. Dewlet hewl dide çalakiyê ilegal bide nîşandan. Dewlet bi vê yekê dixwaze me bêdeng bike. Lê dê qet nikare me têk bibe. Em dê çalakiya xwe ya li Qada Galatasarayê berdewam bikin."   ‘BILA WERIN LI ÇALAKIYA ME BINERIN'   Yek ji mirovên Şemiyê Hanim Tosun ku di 19'ê Cotmeha 1995'an de hevserê wê Fehmi Tosun hat windakirin jî got: “Ger ku mirovên vî welatî bi rêve dibin, dibêjin li vî welatî edalet heye, bila werin Qada Galatasarayê li çalakiya me temaşe bikin. Tişta em li vê qadê tînin ziman rastî ye. Lê tişta ew dibêjin derew e. Dibêjin, 'qaşo' winda ye. Yên dibêjin 'Qaşo" bila werin binerin. Ez wêneyên hevserê xwe radikim. Ger ku me roja ewil dest bi vê çalakiyê kir, em dê heta dawî dest bi çalakiyê bikin."    Hasan Karakoç ê di 20'ê Sibata 1995’an de birayê wê Ridvan Karakoç li Stenbolê winda bû jî bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Ger ku çalakiyek îlegal hebe ne çalakiya me ye. Yên ku mirov winda kirin tişta îllegal pêk anîne. Em 23 salin li xizmên xwe yên winda digerin. Ger ku rewşek îlegal hebe, ew jî kesên xizmên me winda kirine ne. Kesên li hemberî windayan bêdeng mane û hesap ji kujeran napirsin tişta îlegal dikin."    Di gerteka polîsan de wiha hatibû gotin: "Li navçeya Beyoglu ya Stenbolê li qada Galatasarayê bi tevlêbûna nêzî 100 kesan bi koma navê Dayikên Şemiyê daxuyaniye didin. Di çayakiyan de tê diyar kirin ku dewleta me ev mirov bi îşkenceya zêde kuştine û cesedên wan li wir hatine windakirin. Ji windakirina van kesan dewleta me berpirsiyar tê dîtin. Bi vê yekê hewl didin dewleta me "qatîl" nîşan didin."