Pere nebe pirtûkan jî nadin 2018-02-26 09:26:15 ANTALYA - Rayedarên Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê, pirtûkên malbat û parêzerên girtiyên siyayî yên ji girtiyan re dişînin red dikin û girtiyên pareyên wan di emantê de heyî pirtûkan didin wan û yên pereyên wan tune jî nadin wan. Parêzer Nagehan Avçil ev biryar nirxand û şermezar kir.  Rayedarên Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê, pirtûkên malbat û parêzerên girtiyên siyasî yên ji girtiyan dişînin red dikin. Serokatiya Lijneya Çavdêrî û Îdarê ya Girtîgehê, di 12’ê Kanûna 2016’an da ku dê ji derveyê pirtûkên dersan ên dibistanê, tu pirtûkên din  nedin girtiyên siyasî. Ji ber vê yekê rayedarên girtîgehê hemû pirtûkên ji dervede tên şandin nadin girtiyan. Bi vê biryarê re girtiyên ku pareyên wan di emanete de tuneyîn pirtûk nadin wan, ên pareyên wan heyîn pirtûkan didin wan.    ÎTÎRAZ KIRIN   Parêzeran li dijî vê pêkanînê serî li Dadgeha Înfazê ya Antalyayê dan û îtîraz kirin. Parêzeran, diyar kirin ku ji derve de pirtûk girtin mafê her girtiyane, lê ev maf tim tê sînordar kirin. Dadgehê jî daxwaza parêzeran red kir û bi vê yekê biryara girtîgehê qebîl kir.    ‘LI DIJÎ QANÛNA YE’    Parêzer Hagehan Avçîl, diyar kir ku ji ber vê biryarê mafê girtiyan ê agahî girtinê tim tên binpêkirin û wiha axivî: “Ne mimkûne ku ev bê qebûlkirin. Ev pêkanîna ji aliyê rayedarên girtîgehê ve hatî destpêkirin, ne  li gorî tu qanûna ne. Li dijî qanûnê heyî ye. Yaredariyên girtîgehê pirtûkên ji mûwekîlê min Mehmet Şeran re hatin şandin bêyî ku hincet nîşan bide qebûl nekirin û teslîmî wî nekirin. Ligel ku pirtûk ne qedexe ne jî ji aliyê rayedarên girtîgehêve nayên qebûl kirin. Ev pêkanîn û biryar hem keyfîne û hem jî li dijî mafê girtiyane.”