Parêzer Bek: Hejmara li ser piyan dibe ku bibe amûra tundiyê 2018-02-25 09:27:37 EDENE - Parêzer Tugay Bek, diyar kir ku pêkanîn keyfî yên li girtîgehan, hejmara li ser piyan û cezayên dîsîplînê gihane asta herî jor û wiha got: “Ev pêkanîn dibe ku bibe amûra tundiyê ya li ser girtiyan.” Bi Rewşa Awarte (OHAL) re bêmafî, êrîş û pêkanînên keyfî yên li girtîgehan gihiştin asta herî jor. Zextên keyfî yên di serî de tên, pêkanînên hejmara li ser piyan û cezayê dîsîplinê ne. Serokê Komîsyonê Şopandina Girtîgehê ya Baroya  Edeneyê Parêzer Tugay Bek, polîtîkayên rageşiyê yên Wezaret Dadê û rayedarên girtîgehê yên li ser girtiyan nirxand û wiha axivî: “Bi taybetî di demên dawî de, li hemû girtîgehan pêkanîna hejara ser piyan a nîzama leşkerî li ser girtiyan ferz dikin. Girtiyên vê pêkanînê qebûl nakin, bi lêdana fîzîkî, tundiya devkî û cezayên dîsîplînê re rû bi rû dimînin.”    Bek, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Girtî bertekê nîşanî hejmara ser piyan û nîzama leşkerî didin. Girtiyên siyasî di 12’ê Îlonê de jî rastî van pêkanînan hatin û ev pêkanîn bi ser neketin. Ji ber ku ev pêkanîn, pêkanînên darbeye ne, dê li dijî van pêkanîna derbikevin. Bêguman dê encamên vê giran be. Berî her tiştî dê girtî û memûrên parastina înfazê bên beram berî hev. Ev pêkanîn dibe ku bibe armanca amûrê tundiyê ya li ser girtiyan.”   ‘GELO ÇI GUHERÎ?'   Bek, bal kişand ser pêkanîna hejmar ser piyan û wiha bilêv kir: “Çi bû ku îro pêkanîna hejmar ser piyan û nîzama leşkerî ferzî girtiyan dikin? Dibe ku desthilatdarî hewl dide polîtîkayên xwe yên şer û rageşiyê yên derve de wisan nîşanî girtiyan bide. Ji xwe girtiyên dinava  çar dîwaran de, hatine ceza kirin. Lê weke ku ev hindik be, dixwaze bi cezayên mezintir girtiyan mehkûm bikin. Bi vê armanc dikin ku kesayeta girtiyan rencî de bikin.”   'DIVÊ DERSÊ JI PAŞEROJÊ DERBIXIN'   Bek, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Pêkanîna kincên yek tîpî, hejmara ser piyan û nîzama leşkerî yên bi KHK’ê anîn, parçeyeke polîtîkayên bêkesayet kirinê ne. Ev pêkanîn ne çareserîne. Divê dersê ji paşerojê derbixin. Divê demildest ev pêkanîn bi dawî bibin, bêyî ku bibin sedama êşên mezin.”   ‘LI BENDÊ NE KU BERTEK KÊM BIBIN’   Bek, destnîşan kir ku di ser rêziknameya pêkanîna kincên yek tîpî re mehek derbas bûn û wiha domand: “Lê hîna jî wezaretê ev pêkanîn nexistiye pratîkê. Gelek sedemên vê yên teknîkî û mijarên cûda hene.  Hikûmet li bendê ye ku bertekên li dijîe vê pêkanînê kêm bibin.”   Bek, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hîna jî nîqaşên kincên yek tîpî berdewam dikin. Girtiyên kincen yek tîpî qebûl nekirin, niha jî pêkanîna hejmara ser piyan û nîzama leşkerî ferzî wan dikin. Ji bo memûrên parastinê yên înfazê kincên yek tîpî li girtiyan bikin dibe ku odeyên taybet amade bikin. Hemû girtiyên di hedefa van pêkanînan de dibêjin, ‘Em ê kefen li xwe bikin, lê em kincên yek tîpî li xwe nakin.’ Bi awayekê vekirî hemû girtiyan ev vîna xwe datînin holê.”