Kerestecîoglu: Desthilatdarî welat bi tundî û êrîşan bi rêve dibe 2018-02-24 16:41:46   STENBOL - Xebatkarên TV 10'ê ji bo televîzyona wan bê vekirin 73 hefte nin çalakiyan pêk tînin. Serokwekîla Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu, beşdarî çalakiya vê heftê bû û got: “Desthilatdarî welat bi tundî  û êrîşan bi rêve dibe. Ji ber vê yekê hewl dide hemû beşên mûxalîf bê deng bike.”   Xebatakarên Televîzyona elewiyan TV 10'ê ku bi Biryara Di Hukmê Qanûnî De (KHK) hat girtin, ji bo televizyona wan cardin bê vekirin di hefteya 73’yemîn de li Qada Galatasarayê çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de pankarta "Dengê elewiyan TV 10 nayê birîn" û wêneyên xebatkarên TV 10 ên girtî vekirin. Xebatkarên TV 10, parazvanên mafên mirovan û Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîlîz Kerestecîoglu beşdarî civînê bûn.   'EM DI PÊVAJOYEK GIRAN DE DIJÎN’   Midûrê Nûçayan a TV 10’ê turabî Kîşîn di çalakiyê de axivî û wiha got: “Em girtina Berdevkê Komeleya 78’an Cemallettîn Can şermezar dikin. Ji ber ku ramanên xwe anîn ser ziman hat girtin. Em di pêvajoyek giran de dijîn.”    'DESTHILATDARÎ TEHEMÛLÊ GOTINAN NAKE'   Serokwekîla Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu dûre axivî û wiha  got: “Li welat endamên çapemeniyê yên çalakiyan bişopînin nehiştine. Desthilatdarî bi tundî û zextên dijwar hewl dide welat bi rêve bibe. Desthilatdarî tehemûlê gotinan nake û dixwaza hemû beşan bê deng bike.”    Çalakî bi berz kirina “Bêdeng nebe, dê dûr were te jî” bi dawî bû.