Rewşa girtî Devrîm Ayik xerabtir dibe û rakirin nexweşxaneyê 2018-02-24 16:19:09 ÎZMÎR – Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê ragihand ku girtiyê nexweş Devrîm Ayik ê xebatkarê Kovara Ozgur Halkê ji nû ve rakirine nexweşxaneyê. ÎHD xwest Ayik demil dest bê berdan û dermankirina wî pêk bê.  Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê di hefteya 421’emîn de ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, li ber avahiya Serokwezîriyê ya li Konakê daxuyaniya çapemeniyê da. Pankartên “Bêdeng nebe û nebe şîrîkê mirinê û “Ji yek tîpê re na” vekirin û dovîzan hildan. Rêveberên HDP, DBP, TÎHV jî beşdarî çalakiyê bûn. Rêveberê ÎHD’ê Ahmet Çîçek daxuyanî da.    Çîçek da zanîn kul i girtîgehan mafê jiyanê temamî ji olê hatiye rakirin û ji Girîgehên Xarpêt, Rîze bigire heta gelek girtîgehên din binpêkirina mafan derketiye asta herî jor. Çîçek destnîşan kir ku jimartina li ser piyan amadekariyên pêkanîna cilên yek tîpê ye.    Çîçek anî ziman ku girtiyê nexweş Devrîm Ayik ê xebatkarê Kovara Ozgur Halkê yê ji 2’ê cotmeha 2015’an ve girtiye her roja ku diçe krîtîk dibe û got: “Em ê hewl bidin bibin qîrîna dengê dayika Devrîm Ayik.”    Çîçek nameya dayika Devrîm Ayik, Hulya Ayik parve kir. Çîçek diyar kir ku ji ber rewşa krîtîk a Ayik wî rakirine nexwşxaneyê û xwest ji bo Ayik bê dermankirin demil dest bê berdan. Çîçek da zanîn ku dayika Ayik Hulya Ayik jî ragihandiye ku kurê wê rakirina Nexweşxaneya Lêkolînû Perwerdehiyê ya Antalyayê.    ‘BÊYÎ KÊLÊN WÎ VEBIKIN ŞANDIN GIRTÎGEHÊ’    Çîçek di peyamê de daxuyand ku Ayik nexweşê penceşêra kolonê ye û Ayik ê di nîsana 2017’an de hat emeliyat kirin bêyî kêlên emeliyatê baş bibin wî carek din şandin girtîgeha Antalyayê. Çîçek got ku dayika Ayik di nameyê rave kiriye ku rewşa kurê wê ber bi xetereyê ve diçe û ji her xwîn diavêje.    ‘REWŞA KURÊ MIN XERABTIR DIBE’    Me xwe bi telefonê gihand dayika Ayik, Hulya Ayik û destnîşan kir ku kurê wê niha li nexwşxaneyê tê dermankirin û rewşa gelek giran e. Dayik Ayik anî ziman ku her ku diçe rewşa kurê wê xera dibe û banga hestiyariyê li rayedaran kir û xwest kurê wê bê berdan û bê dermankirin.    REWŞA BAYMIŞ XERABTI DIBE    Çîçek piştî nameye bal kişand ser rewşa nexweşê penceşêrê Nîhat Baymiş ê 6 sal di Hejmara 4’an a Girtîgeha Tîpa T a Şakrana Îzmîrê de ma û pişt re ew berdan û got: “Li gorî agahiyên dawî me girtin, ji ber mêjî nayê dîtin, rewşa Baymiş a li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê xerabtir dibe.”