Bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Nûrcan Bakir 2018-02-24 16:18:10 STENBOL - Di "Rûnişta F"yê de Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Nûrcan Bakir ku di sala 1992'yan de bi birîndarî hat girtin û xwest bê berdan.  Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, di "Rûniştina F" a 309'an de li Qada Galatasarayê hatin gel hev. Di rûniştinê de pankartên li ser "Bila girtiyên nexweş bên berdan" , "Tecrîd dikuje, piştevanî jiyan e", "Tedawî heq e nayê astengkirin" û "Bila Nûrcan Bakir bê berdan" nivîsandî hatin vekirin û dirûşmeyên "Bila dawî li îşkenceya Rewşa Awarte bê", "Tedawî heq e nayê astengkirin" hatin berzkirin. Wekîla Koma HDP'ê û Parlementera Stenbolê Fîlîz Keresetcîoglû jî tev li çalakiya vê hefteyê bû. Şaxa ÎHD'a Stenbolê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Nûrcan Bakir ku di sala 1992'yan bi awayekî birîndarî hatibû girtin û xwest Bakir bê berdan.   ‘LI HER GIRTÎGEHÊ ÎŞKENCE HEYE'    Endama Desteya Rêvebir a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gonul Sonbahar daxuyanî xwend. Sonbahar anî ziman ku bi îlankirina Rewşa Awarte re li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûne. Sonbahar bi lêv kir ku li girtîgehan ewqas maf tên binpêkirin ku ew nizanin wê kîjanî bi lêv bikin û got: "Gelek binpêkirinên mafan rû didin. Hema bêje li her girtîgehê nêzîkatiyên dermirovî rû didin îşkenceya tecrîdkirinê heye."    Sonbahar, paşê nameya Nûrcan Bakir a nexweş xwend.    Bakir di nameya xwe de ev tişt gotin: "Di sala 1992'an de bi birîndar hatim binçavkirin. Piştî darizandineke 10 mehan a li DGM'yê 36 sal ceza li min hat birîn. Li girtîgehên Meletî, Amasya, Sêwaz û Elbîstanê mam. Dema hatim girtin ji lingên xwe birîndar bûm. Ji ber vê lingê min ê çepê bipirsgirêk e. Nêzî 15 salin di malzaroka min de miyom hene, divê malzaroka min bê girtin. Lê belê ji ber şert û mercên girtîgehê emeliyat nayê kirin. Di madeya min de ulser-gastrît heye. Mîgren, sînuzît, guatr, di çavên min de alerjî heye, dilê min tim lê dide. Tim gêja min diçe û ber çavên min tarî dibe. Bi zorê bêhna min dertê. Hêla çepê ya hundur a pozê min werimiye û tim disincirim û xwêdan didim. Ji ber em ji girtîgehê diçin nexweşxaneyê bijîşk xweşikî li me nanêrin, bêyî guh bidin pirsgirêkên me wekî pirgsirêkên me yên derûnî hebin nêz dibin û an antîdepresman didin an jî hebên êşbirî didin û dişînin. Her wiha bijîşk bi awayekî îdeolojîk, nîjadperest û şoven nêz dibin.    MUAYENEYA KELEMÇEKIRÎ TÊ FERZKIRIN    Me bi wesayîtên rîngê dibin nexweşxaneyan. Em muayeneya kelemçekirî etîk nabînin û ji ber vê em qebûl nakin. Gelek caran leşker kelemçeyên me venakin û bijîşk jî bi awayekî kelemçekirî muayene dikin û me dişînin girtgîgehê. Mînak, carekê ji bo guatrê min birin nexweşxaneyê. Di dema muayeneyê de min xwest kelemçeyên min bên vekirin, lê qebûl nekirin. Min ji bijîşk re got bêje bila kelemçeyan vebikin, lê bijîşk got: 'Hewce nake kelemçeyê ji destê te vekin. Ez dikarim wisa jî muayene bikim.' Paşê jî wekî heqaret bike got: 'Ma em ji destê te kelemçeyê derxin qey tu yê teqleyan bavêjî.' Ji ber van nêzîkatiyên ku li bijîşkekî û li rûmeta mirov nayên, min gilî kir. Lê belê tu encam jê derneket."    Sonbahar, bang li parêzvanên mafên mirovan kir ku di vî warî de bi hesasiyet tev bigerin û ji bo girtiyên nexweş li nexweşxaneyên tam teşekullî bên tedawîkirin xwest bên berdan.    Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.