Ji bo taziye pêk neyên deriyê mizgeftê qefle kirin 2018-02-24 15:49:13 WAN – Ji bo endamê HPG’ê Recep Kaya yê li Licê jiyana xwe ji dest da, malbatê wî li Ebexê defin kir. Ji bo serdanên sersaxiyê li mizgefta gundê Qubikê pêk neyên deriyê mizgeftê qefle kirin.  Endamê HPG’ê Recep Kaya di 1’ê sibatê de li navçeya Licê ya Amedê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da. Malbatê cenazeyê kurê xwe bir gundê Qubikê ya bi ser navçeya Ebexa Wanê û li goristana gund defin kir. Hat zanîn ku ji bo serdanên sersaxiyê li mizgefta gund pêk neyê, deriyê mizgefta gund qefle kirine. Gundiyek nexwest navê xwe bide tenê ev tişt got: “Ev du roj in dewletê deriye mizgeftê girtiye.”   Deriyê mizgeftê yê ev du roj in girtî ne nahêlin ku nimêj jî bê kirin. Nehat zanîn ku dê deriyê mizgeftê heta kengê girtî be.