Elewiyên ereb 21’ê Sibatê pîroz kirin 2018-02-24 15:39:32 EDENE – Elewiyên ereb ên li Edeneyê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yên Cîhanê bi guhdarkirin stran û helbestan pîroz kirin.  Komeleya Piştevaniya Gelê Elewî yên Ereb a Edeneyê (AHAD-DER), bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yên Cîhanê şahî li dar xist. Şahî li avahiya komeleyê pêk hat û pankarta “Temînata nasnameya me zimanê me ye” daliqandin. Gelek kes beşdarî şahiyê bû. Serokê AHAD-DER’ê Yusuf Kose di şahiyê de axivî û diyar kir ku yên civakê li gel hev digire ziman û bal kişand ser girîngiya ziman.    Pişt re Doç. Dr. Muna Yuceol Ozezen jî axivî û der barê zimanan de lêkolînên kiribû parve kir. Ozezen anî ziman ku ji bo ziman ji nû ve bên jiyîn tiştên pêwîst hene û got: “Peywîra civakê ew e ku di navbera zimanan de pêşketinan pêk bîne. Divê ji bo nifşên nû ziman bê parastin. Lazim e di navbera zimanan de wekhevî hebe.”    Piştî axaftinan bi zimanê erebî û tirkî skêç lîstin û stran û helbest vegotin. Beşdarvana bi baldariyek mezin guhdarî û temaşe kir.