Dê di 1'ê Adarê de haya Girtîgeha Sîlîvrê bimeşin 2018-02-24 15:39:04 EDENE - Malbatên TAYAD’ê li Edeneyê kom bûn û diyar kirin ku dê li dijî kincên yek tîpî girtiyan bi tenê nehêlin. Malabatan, anîn ziman ku dê piştgiriyê bidin meşa 1’ê Adarê ya dê li ber Girtîgeha Sîlîvrê bê lidarxistin, bibin.  Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan (TAYAD), derbarê kincên yek tîpî de li Şaxa Egîtîm Sena Edeneyê bi malbatên girtiyan re kom bûn. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Malbatên girtiyan, diyar kirin ku dê piştgiriyê bidin berxwedana girtiyan û ji qadan dernakevin.    Li ser navê malbatên TAYAD’Ê Zeynel Danaci axivî û wiha got: “Îro li girtîgehên Tirkiyeyê berxwedanek mezin heye. Êrîşên mezin li ser girtiyan hene. Girtî di hûndir de li ber xwe didin. Em ê di derve de li ber xwe bidin. Çi pêwîste be emê bikin. Emê her roj li qadan bin.”   DÊ HAYA GIRTÎGEHA SÎLÎVRIYÊ BIMEŞIN   Danaci, dest nîşan kir ku  malbata Gokhan Keskîn ê li girtîgeha Sîlîvriyê, dê  li dijî bêmafîyên li girtîgehan û kincên yek tîpî di 1’ê Adarê de ji Taksima Stenbolê ya girtîgehê bimeşin. Weke malbatên TAYAD’ê me jî piştgiriyê bidin meşa malbata Keskin.”