Li Efrînê bi deh hezaran kes dibêjin 'Em li vir in' 2018-02-24 15:22:40   EFRÎN - Li Efrînê bi 10 hezaran kes peyama "Em li vir in" didin cîhanê.    Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên OSO'yê yên li hemberî Efrînê di roja 36'an de ne. Tevî hemû êrîşan jî bi hezaran welatî li navenda Efrînê kom bûn û bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê dan. Welatiyên ku Sûryeya Bakur, Herêma Kurdistana Federe û Şengalê hatin navenda Efrînê ji Xaçerêya Newrozê ber bi Qada Dersimê ve meşiyan. Di dema meşê de girse posterên Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan ên mezin û wêneyên jin û zarokên ku di êrîşan de hatin kuştin hilgirtin û di aleyha Tirkiye û Serokomar Recep Tayyip Erdogan de dirûşme berz kirine.      Piştî girseya qelebalix gihaşt meydanê, peyama "Em li vir in" dn cîhanê. Mîtîng bi axaftinan didome.