‘Şûrê OHAL’ê li dijî jin û mûxalifan bikar tînin’ 2018-02-24 15:17:00 MÊRSÎN - Platforma Şaxa KESK’ê ya Mêrsînê, xwest karê hevalên wan paşve bên dayîn û got: “Hikûmet şûrê OHAL û  KHK’ê li dijî jin û mûxalîfan bikar tîne.” Platforma Şaxa KESK’ê ya Mêrsînê, bi daxwaza karên hevalên wan paşve bên dayîn li Parka Ozgur Çocukê hatin gel hev.  Endamên platformê pankanta “Bila OHAL rabe, em karê xwe paşve dixwazin” vekirin û bê navber dirûşên “Em karê xwe paşve dixwazin” berz kirin. Li ser navê Platformê Hevseroka Şaxa SES’ê ya Mêrsînê Ozge Goncu daxuyanî da û wiha axivî: “Bi OHAL’ê hemû azadî ji holê hatine rakirin. Hikûmet şûrê OHAL û KHK’ê li dijî jin û mûxalîfan bikar tîne”   Goncu, diyar kir ku di serdemek wiha de 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê nêz dibe û wiha got: “Jin dê di 8’ê Adarê de daxwazên xwe bînin ser zimane. Her ku diçe tundiya şer û mîlîtarîzmê zêdetir dibe. Çi dibe bila bibe KESK dest ji tîkoşîna xwe bernade.  Em operasyon û binçavkirinên li dijî Malêngel şermezar dikin. Em malêngel silav dikin."