Gelê Başûr ji bo Efrînê meşiya 2018-02-24 15:10:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserê bajar û navçeyên Herêma Federal a Kurdistanê ji bo piştgiriya Efrînê bi deh hezaran kes daketin kolan û qadan û êrîşên li dijî Efrînê şermezar kirin.  Êrîşên Hêzên Çekdar ên Çekdar (TSK) û komên girêdayî wê çekdarên OSO’yê yên li dijî Efrînê di roja 36’emîn dewam de dikin. Êrîşên li dijî Efrînê li çar aliyên cîhanê tên şermezar kirin. Gelê Herêma Federal a Kurdistanê jî bi rojan e li ser piya ne. Îro 10 hezaran kes li 7 navendên cûda yên herêmê ji bo piştgiriya Efrînê daketin qadan û dirûşmên li dijî êrîşan berz dikin.   Meşên girseyî ku ji aliyê komîteyeke hevpar ya ji hemû rêxistin û partiyên herêmê ve pêk tên û ji aliyê KNK’ê ve hatibû ava kirin, van çalakî û meşan organîze dike. Meşên şermezarkirinê bi beşdariya 10 hezaran kes li Hewlêr, Silêmanî, Koyê, Ranya, Helebce, Kelar û Derbendîxanê pêk tê. Di meşê de her kes bi al û sembol û rengên xwe tev li bûne. Piştî hemû meşan daxuyaniyên çapemenyê hatin dayîn.    SILÊMANΠ   Li bajarê Silêmanî ji bo piştgiriya Efrînê bi hezaran welatî dest bi meşeke girseyî kir. Meş bi beşdariya hemû partî, rêxistin, pêkhate û welatiyên bajarê Silêmanî li ser Kolana Salim (Seholeke) dest pê kir û di meşê de dirûşmên piştgiriya ji bo Efrîn û şermezarkirina êrîşan berz kirin.    HEWLÊR   Mîna bajarê Silêmanî li bajarê Hewlêrê jî gel bi riheke netewî herikîn Parka Şanedar û ji bo Efrînê dest bi meşeke girseyî kirin. Çalakiya Hewlêrê jî bi beşdariya hemû partî, rêxistin û pêkhateyên bajar hat li darxistin. Her wiha di çalakiyê de alên Rojava, wêneyên kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane, wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên Herêmê hatin rakirin.   RANYA   Li Ranya jî ji bo Efrînê gel daket qadan û bi dirûşman êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin. Meş li ber Dibistana Amedeyî ya Keçan a Ranya dest pê kir.   KOYÊ   Li bajarokê Koyê ya bi ser Hewlêrê ve jî bi riheke seferberiyê herikîn qadan û piştgiriya xwe ji bo Efrînê tînin ziman.    HELEBCE   Bajarê Helebce ku zilma herî mezin ji rejîma Baas ya Sedam Hûseyîn dîtiye û di kîmyabaranê de derbas bûne li dijî êrîşên ser Efrînê daketin qadan û dest bi meşê kirin. Meşê li ber Banka Kevn dest pê kir.    DERBENDÎXAN   Çalakiyeke din a girseyî bi însiyatîfa welatiyên niştecihên bajarokê Derbendîxan ya bi ser bajarê Silêmanî ve daxuyaniyeke çapemeniyê da û êrîşên TSK’ê û OSO’yê yên li ser Efrînê şermezar kirin.    KELAR    Xelkê Germiyanê jî li bajarê Kelarê bi beşdariya hemû welatî, pêkhate û partî û rêxistinan dê saet di 16.00’an de li parka Leyla Qasim dest pê bike û heya nava bazarê giştî dê bidome.