Aqûbeta Orhanê 15 salîbû hat windakirin pirsîn 2018-02-24 14:51:27   AMED - Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di çalakiya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" de aqûbeta Orhan Yakar ê 15 salî ku di sala 1996'an de hat windakirin pirsîn. Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Birdal, “Malbat ne tenê li zarok û hevserên xwe, li nirxên Tirkiye yên winda bûne jî digerin."    Komîsyona windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedû û Xizmên Windayan, bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 472'an de çalakiya xwe li Şaxa  ÎHD'ê ya Amedê berdewam kirin. Malbatan û parazvanên mafên mirovan di çalakiyê de wêneyên windayan û pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. Di çalakiyê de Serokê Rûmetê yê Giştî yê ÎHD'ê Akin Birdal amade bû. Malbatan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Orhan Yakar ê hêj 15 salî bû, di sala 1996'an de hat windakirin pirsî.    Ewil Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bilici, diyar kir ku 472 hefteye li gel malbatên windayan têkoşînê didin ku windayan bibibînin û kujer bên darizandin û wiha got: "Em bi israr lêgerîna edaletê berdewam dikin û em dê berdewam bikin. Mirov li ber çavên malbatan hatin binçavkirin û winda kirin. heta niha hikûmetê der barê van malbatan de tu daxuyanî nedane. Ji bo faîl bên darizandin em dê bi biryar çalakiyên xwe berdewem bikin. Heta ku hemû kesên destê wan di nava cînayetan de hebin bên darizandin û cezakirin çalakiyên me dê bidomin. Li vir bi hezaran mirovên ku wêneyên wan li vir in mafê wan ê jiyanê hat îhlalkirin. Divê dewlet vê yekê ronî bike."    ‘HÛN LI NIRXÊN TIRKIYE YÊN HATINE WINDAKIRIN DIGERIN'   Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Birdal, jî anî ziman ku mirov tişta herî bi nirx e û wiha got: “Malbat ne tenê li zarok û hevserên xwe, li nirxên Tirkiye yên winda bûne jî digerin. Mirovên li vir wêne hembêz kirine, canek hembêz kirine. Dayik bi salan in li windayan digerin. Gelek dayikan deriyên xwe vekirî hiştine bi fikra 'Dibe rojekê bê' Gelek dayik hêj di derî û şibakeyên xwe re li rê dinerin. Dayikên şemiyê ne tenê li zarok, xizm û hevserên xwe digerin. Li nirxên Tirkiye yê winda bûye digerin. Li Edalet û Demokrasiyê digerin."    MUXATAB TUNE YE   Bîldar, da zanîn ku tevî hemû geşedanan ew bawer dikin ku dê rojekê darasek serbixwe ava bike û edalet cihê xwe bibîne û wiha got: “Dê rojek bê komîsyonên edaletê bên avakirin, dê kesên kujer tespît bike û hesap ji wan bipirsin. Ev çalakiyên dayikan ên bi dil rahm dê teqez encamê bistînin. Pir bi êş e heta niha rayedarên hikûmetê ji meclîsê nehatine nepirsîne û ne gotine ka hûn li çi digerin. Muxatabên malbatan tune ye. Ji ber vê yekê çalakiya dayikan di heman demê de lêgerîna meclîsa winda bûye ye."    Piştî daxuyaniyê Endamê komisyona windayan a Şaxa ÎHD'ê Hasan Yalçin, çîroka Orhan Yakar ê 15 salî xwend. Yalçin diyar kir ku Orhan Yakar ê ji Bazîdê ye û di 15 saliya xwe de di sala 1996'an de hat windakirin. Yalçin, anî ziman ku piştî Orhan çû Stenbolê û malbat çend çaran bi telefonê lê geriyan bersîv nedan û wiha got: "Bav Mehmet Yakar piştî agahî ji kurê xwe negirt, çû Stenbolê. Serî li ÎHD'a Stenbolê da. seri li midûriyeta polîsan a Stenbolê da. Piştre vegeriya gundê xwe. Dema vegeriya Fermandarên Cendirmeyan a Bazîdê bang li wî kirin û got: ‘Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Çewligê agahî dane kurê te li wire here wî bigirin. Bav çû Çewlîgê. Bi Fermandariya Alaya Çewlikê re hevdîtin kirin. Gotin kurê te di 16'ê Mijdarede teslîm bû. Di 17'ê mijdarê de dema derket operasyonê pê li mayina PKK'ê kir û perçe bû û mir. Der barê girtina Orhan de girtekê nîşanî bav didin. Lê îmzeya Orhan a der barê girtinê de tiştek tuhe ye. Rayedarên Alayê bi hinceta ceset perçe bûye û herêm qada operasyonê ye cenaze kom nekirine.  Malbatê piştî bûyerê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da. DMME'ê di 26'ê mijdara 2002'an de Tirkiye mahkum kir. Tevî hemû hewldanên malbatê, hêj malbat negihiştine cenazeyê Orhan Yakar"    Malbat û xizmên windayan piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk anîn û belav bûn .