Malbat bi fikar in ku wî radestî OSO bikin 2018-02-24 14:27:55   ÎZMÎR – Ehmed Nûrsîda yê ji Efrînê ku li Îzmîrê hat binçavkirin, piştî berdan wî şandin Navenda Paşveşandinê. Malbat bi fikar e ku Nûrsîda radestî OSO'yê bikin.    Li Îzmîrê, di 14'ê Sibatê de Ehmed Nûrsîda, birayê Muhammed Nûrsîdayê HPG'î ku yek ji wan 7 HPG'iyên di 4-5-6'ê Cotmeha 2017'an de hatibû diyarkirin ku li herêma Seydîkemer û Ortaca ya Mûglayê hatine 'înfazkirin', hatibû binçavkirin. Nûrsîda yê li ser nifûsa Efrînê ye, bi hinceta li ser medyaya civakî wêneyê birayê xwe yê jiyana xwe ji dest daye parve kiriye bi îdiaya "Propagdaya rêxistinê" sewqî dadweriyê hatibû kirin û paşê hatibû berdan. Lê belê, piştî dadgehê Nûrsîda berda polîsan e girt û şandin Navenda Paşveşandinê ya Harmanliyê.    Hevjna wî ya ducanî Milan û keça wî ya 6 mehî Şehed Ehmed bi tena serê xwe man û tirsa wan ew e ku Nûrsîda bê dersînorkirin û radestî komên OSO'yên TSK ew destek dikin bê kirin.