Gelên gihîştin Efrînê: Em yek in û li Efrînê ne 2018-02-24 12:36:08 EFRÎN – Gelên Bakurê Sûriyê, Herêma Federe ya Kurdîstanê û Şengalê ku meşiyan Efrînê vê peyamê dan: “Em yek in û li Efrînê ne.”  Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û hêzên Artêşa Azad a Sûriyê (OSO) yên di bin banê TSK’ê de yên li dijî Efrînê di roja 36’emîn de didome. Ji roja ewil ve ji Bakurê Sûriyê, Herêma Federe ya Kurdistanê û Şengalê bi deh hezaran welatî li dijî êrÎşan diherikin Efrînê. Di 4’ê sibatê de karwanê ji sedan wesayîtan pêk dihat gihîştibû Efrînê. Pişt re di 22’ê sibatê de jî li gel hemû êrîşên TSK’ê bi dehan karwanê wesayîtan gihîştin Efrînê.   'ME HEMAN TIŞTÎ JI DAIŞÊ DÎT’    Bi hezaran welatiyên ji bo piştevaniya Efrînê gihîştin bajêr û dê çalakiyên cûr bi cûr li dar bixin û piştevaniya xwe aşkere bikin. Sara Salih a 68 salî ji Qamişlo hat Efrînê diyar kir ku ew ji bo pitevaniya gelên Efrînê hatine û got: “Erdogan zarok û jinan dikuje û mala talan dike. Me viya berê ji DAIŞ’ê dît. Em li dijî şerê Erdogan hatine. Em ê li dijî wî bisekinin. Pêwîst bike em ê ji Efrînê venegerin.”    'EM BI HEV RE NE’    Hadî Tahir ê ji Tabkayê hat jî destnîşan kir ku ew ji bo biratiya gelan li Efrînê ye û wiha got: “Tirkiye û çeteyên wî dixwazin Efrînê bistînin. Lê bila viya baş dizanibin, em ereb, suryanî, kurd, tirkmen, êzidî û gelek netewên din li cem efrîniyan e. Heqek çawa yê Erdogan li Efrînê heye? Berpirsê bi salan e canê ku jiyana xwe ji dest didin Erdogan e. Niha jî dixwaze bêtir canan ji me bistîne. Êdî em vê yekê qebûl nakin. Em li bendê ne ku hemû cîhan ji Erdogan re bêje bisekine.”    KOBANÊ BIBÎR XIST    Ciwanê ji Kobanê Mîrzad Sîdo jî ev tişt got: “Çawa ku li dijî DAIŞ’ê li Kobanê destan hat nivîsandin, dê li Efrînê jî li dijî Erdogan destan bê nivîsandin. Em ê têkoşîna herî mezin bidest bixin. Me sicîla Erdogan li Kobanê jî dît. Ji bo kurd tune bibin Erdogan bi çeteyên herî qirêj re tifaqê pêk anî. Em ê wek ciwanên Kobanê û Efrînê heman bersivê bidin Erdogan.”    'EM Ê NEHÊLIN EFRÎN BIBE ŞENGAL’    Ji warê êzidiyan Şengalê girseyek mezin piştevaniyê da Efrînê û hatin bajêr. Ji êzidiyan Hesen Qasim ê 50 salî jî wiha got: “Em hatin cem xwişk û birayên xwe efrînî. Me bedelên mezin dan û êşek giran kişand. Em naxwazin Efrîn jî bibe mîna Şengalê. Ji ber vê yekê jî êrîşên li ser Efrînê wek êrîşên li dij3i Şengalê dibînin. Hemû raya giştî û hêzên navnetewî bêdeng man. Lê em bi xwe û bi hemû rengên xwe fêrî şer bûn. Dema ev yek wisa be jî em fêrî têkbirina dijminên zalim bûn. Dê bi alîkariya Melekê Tawis Erdogan jî têk biçe.”    MA / Selamî Aslan