Komên OSO'yê yên nikaribûn xwe ragirin ketin nav hev 2018-02-24 12:28:20 EFRÎN- Komên OSO'yê yên wekî 4 tumenan hatine bicihkirin û êrîş dikin, tiştên dixwazin pêk bê çê nabe û ji ber gelek windahiyan didin tev li hev bûne.  Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê di roja 36'an de ne. "Bloka Artêşa Niştimanî" ya ku Tirkiye ew perwerde dike û bi muhîmat dike û bi navê Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) wan daxilî şerê Efrînê kiriye ji çar tumenan pêk tê.    Li eniyên şer ên Efrînê dabeşkirina van tumenan bi vî awayî ye:    Tumena yekemîn: Yek ji pêkhateyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ye. Fermandarê wê “Wa`êl Mûsa” ye. Li Eniyên şer ên navçeya Cindirêsê û Recoyê şer dikin. Lê bi piranî li Cindirêsê ne. Li gundê Hemam, Aşka Rojava, Çeqela Jor, Umera, Elbîskê, Şediya, Sorkê, Kerrê û Kumreşê şer dikin.    Tumena duyemîn: Yek ji pêkhateyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ye. Li eniyên navçeya Reco, Bilbilê, Cindirêsê û Şerayê şer dikin û bi giranî li Bilbilê û Recoyê ne. Li gundên wekî Xirabê Simaq, Mehmediyê, Nisriyê, Dîkmedaşê, Çiyayê Parsa, Baliya, Edema, Şêx, Hesen, Qude, Mersawa, Heftar, Hecîka şer dikin. Fermandarê wê Sêf Ebû Bekir e.    Tumena sêyemîn: Yek ji pêkhateyên Artêşa Niştîmanî ye. Fermandarê wê Mûhened El Xelef e û berdevkê wê jî Mihemed Hemedîn e. Bi giranî ji boluka “El Cebhe El Şamiyê” pêk tê. Li eniyên şer ên navçeya Şerayê şer dikin. Li gundê Qestelê Cindo, Çiyayê Parsa, Dîkmedaşê û tevahî gundên eniya şer lê hene şer dikin.   Tumena çaremîn: Yek ji pêkhateyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ye. Bi navê “Hêzên Taybet” têne naskirin. Ev tumen jî wekî yên dîtir ji hejmarek ji komên çekdar pêk tê   * Tûgaya Hêzên Taybet a 9'an: Endamên wan li eniyên şer ên Recoyê, li gundê Şediya, Sorkê û tepên derdora Recoyê şer dikin.    * Ceyş El Nixbe: Li navçeya Bilbilê li gundên Heftar, Kurdo, Ebûdanê, Şêxorzê şer dikin. Girêdayî wê “Tabûra Azadî” bi serkêşiya Azad Şe`bo ku hejmara wan nêzî 100 kesî ne şer dikin.    * Feyleq El Şam:  Li seranserî eniyên şer ên navçeya Cindirêsê, Şiyê û Recoyê şer dikin.    * Tûgaya Sultan Silêman Şah: Li eniyên şer ên navçeya Şiyê û Recoyê şer dikin. Li gundê Çeqela, Hec Bila, Xelîl, Tepê Weşanê Şingêlê şer dikin.   * Tûgaya Bazên Bakûr: Li eniyên şer ên navçeya Bilbilê şer dikin. Li gundê  Şêxorzê şer dikin.   Çi qas di destpêkê de hatibû hesabkirin ku ev kom cuda bên bicihkirin jî, lê ji ber encam nehat girtin û zêde windahî xwe dan der kom ketin nav hev. Tê destnîşankirin ku hejmara van hêzan di navbera 20-25 hezarî de ye.    MA / Erdogan Altan