Di bombebaranê gundê Qentera Efrînê de zarokek 5 salî mir 2018-02-24 12:27:00 EFRÎN - Di bombebarana TSK'ê ya li dijî Efrînê de, Îbrahîm Reşîd Reşîd ê 5 salî jiyana xwe ji dest da û bavê wî Huseyîn jî ji zikê xwe birîndar bû.  Êrîşên TSK û OSO'yê yên li dijî Efrînê di roja 36'an de ne. Di bombebaranakirina gundê Qenterê yê navçeya Mabetayê de Îbrahîm Reşîd Reşîdê 5 salî jiyana xwe ji dest da. Dayika Îbrahîm, diyar kir ku serê sibê pezê xwe li hewşê êm dikirin û balafirê hat li ser wan bombe barandin. Dayikê anî ziman ku piştî balafirê bombe avêtin zarokê wê û hevserê wê li erdê dirêj bûn û perçeyê bombeyê li bin çenga kurê wê Îbrahîm ket û xwîn di devê wî re dihat. Dayikê anî ziman ku hevserê wê Huseyîn jî ji kab û zikê xwe birîndar bû û rewşa wî giran e.