Ocaxa tenduristiyê rûxandin, li şûna wê qereqolê çê dikin 2018-02-24 11:40:56 AMED - Li navçeya Rezanê, li şûna ocaxa tenduristiyê ya havîna borî rûxandin, dest bi çêkirina qereqolê kirin. Li Taxa 5'ê Nîsanê ya navçeya navendî Rezan a Amedê, havîna çûyî ocaxa tenduristiyê ya li Kolana Nukhet Coşkûnê hatibû rûxandin û hatibû xwestin ku li şûna wê qereqol bê çêkirin. Piştî kesê ku erseya xwe weqfî ocaxa tenduristiyê kiribû qebûl nekiribû, çêkirina qereqolê hatibû sekinandin. Her wiha şêniyên taxê yên nexwestibûn ocaxa tenduristiyê bê rûxandin û li şûna wê qereqol bê çêkirin daxwazname dabûn jî, emniyetê gazî wan kiribû û ew çavtirsandî kiribûn.    Li ersaya ku heta demekê vala ma, di meha Kanûnê de dest bi çêkirina qerekolê hat kirin. Li gor agahiyên bi dest ketin wê li şûna ocaxa tenduristiyê qereqol bê çêkirin.    Di navbera qereqola ku tê çêkirin û a li Xaçerêya Batikentê ku hîn neketiye fealiyetê de kîlometreyek heye û hat diyarkirin ku wê avahiya li Xaçerêya Batikentê wekî qademe bê bikaranîn.    Piştî îlankirina Rewşa Awarte hema bêje li Amedê li ser her kolanê noqteyên kontrolê hatine çêkirin. Her wiha gelek kuçe û kolan bi hinceta "ewlehiyê" ji çûnehatinê re hatine girtin û li ser gelek riyan jî qereqolên seyar hatine çêkirin.