Li Girtîgeha Kalkandereyê rewş xetere: 40 girtî birîndar bûne 2018-02-24 11:32:25 ENQERE – Li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereya Rîzeyê ji ber girtiyan destûr neda li ser piya jimartin pêk bê, gardiyanan û leşkeran êrîşî wan kir. 40 girtî birîndar bûn û serî, mil û pozên hin girtiyan jî şikandin.  Bi Rewşa Awarte re li girtîgehan her ku diçe rewş awartetir dibe û zext li ser girtiyan zêde dibin. Di demên dawî de ji girtîgehan agahiyên êrîşên li ser girtiyan tên.    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li Girtîgeha Tîpa L a Kalkdereya Rîzeyê nêzî 150 girtiyên siyasî bi boneya li dijî ferzkirina “Jimartina ser piya ya leşkerî” derketine, gardiyanan û leşkeran roja duşema derbas bûyî êrîşî wan kiribû.    ÎDIAYA 40 BIRÎNDAR BÛNE    Malbatan di vê mijarê de agahî dan û nexwestin ji ber rewşa xetere navên girtiyên rastî êrîşê hatine bidin. Malbatan diyar kir ku cezayê ragihandinê dane gelek kesan û ji ber vê yekê ji girtiyan agahdar nînin. Birayê girtiyek bi navê Denîz duh bi riya telefonê hevdîtin pêk anî û tiştên li girtîgehê qewimîne bi van gotinan parve kir: “Dengê birayê min pir diltirsî dihat. Jixwe berê jî gotibû ku dê êrîşî wan bikin. Me bi parlamenteran re hevdîtin kir, lê tu encamek jê derneket. Duh ez bi birayê xwe re axivîm. Biriyê min got ku ji ber nehiştine li ser piya wan bijmêrin êrîşekî giştî li ser wan pêk hatiye. Di êrîşê de nêzî 40 girtî birîndar bûne. Serî, mil û pozên girtiyan şikandine. Li ser vê yekê jî cezayê ragihandinê dane wan. Birayê min 6 sal e girtî ne û dibêje ev 6 sal e cara yekem bi êrîşek wiha re rû bi rû maye. Her wiha birayê min got ku dê li dijî van êrîşên rûmet şikestinê bêdeng nemînin û qet qebûl nekin.”    HDP’Ê BÛYER TEQEZ KIR LÊ GIRÎGEHÊ AGAHÎ NEDA WAN    Parlamenterê HDP’ê jî ragihandin ku geşedanên li Kalkandereyê diqewimin û têkildarî rewşa girtiyan dest bi hewldanan kirine lê di vê mijarê de tu encamek bidest nexistine.    Têkildarî bûyerê me bi riya telefonê xwe gihand girtîgehê û rayedaran der barê êrîşan de agahî nedan.    MALBAT SERÎ LI ÎHD’Ê DIDIN    Bavê girtî Hamît Dîkîcî, Nurî Dîkîcî li dijî pêkanînê li Girtîgeha Kalkanderêyê duh ji ajansa me re axivîbû û serî li Şaxa ÎHD’ê ya Amedê dabû.