Pirtûkên Ahmet Altan û Nurcan Baysal ‘bifikar’ hatin dîtin 2018-02-24 11:05:57 WAN – Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê pirtûkên Rojnameger-Nivîskar Ahmet Altan û nivîskar Nurcan Baysal “bifikar” dît û nedan Rojnameger Nedîm Turfent ê girtî.   Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin, Nedîm Turfent ji 13’ê gulana 2016’an ve girtîne. Pirtûka “Êzidî: Rizgarî û Komkujiya 73’yemîn” a Nivîskar Nurcan Baysal ku hevalek Turfent jê re şand, negihîşt ber destê wî. Lîjneya Perwerdehiya Rêveberiya Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê pirtûkê “bifikar” dît û radestî Turfent nekir.    DESTÛRA WEŞANÊ DIDIN LÊ PIŞT RE QEDEXE DIKIN   Hinceta desteserkirina pirtûkê wek “Pesindayîna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û endamên PKK’ê” hat nîşandan. Her wiha hat gotin ku pirtûk yekbûna Tirkiyeyê dixe talûkeyê û îdia kir ku pirtûk li dijî rêxistina unîter a Komara Tirkiyeyê ye. Ji ber van hincetan pirtûk nedan Turfent û hildan beşa emanetê ya girtîgehê. Turfent li dijî vê biryarê îtîrazî Dadgeha Înfazê ya Wanê kir û dadgehê îtîrazê jî red kir.    PIARTÛKA AHMET ALTAN JÎ QEDEXE KIRIN    Pirtûkek din jî ku hat qedexekirin a “Olmek Kolaydir Sevmekten (Mirin Hêsantir e ji Hezkirinê)” ya Rojnameger-Nivîskar Ahmet Altan e. Pirtûka Altan jî bi hinceta “Halê hazir ji endamtiya FETO/PDY girtî ye” asteng kir û destûr neda ku bigîhîje Turfent. Rêveberiya Girtîgehê îdia kir ku pirtûkên pesindayînê dikin dê rê li ber hêrsbûnê vebike û di mijara desteserkirina pirtûkê de pêwîstî bi biryara dadgehê jî nedît.    LI ALIYEKÎ QEDEXE LI ALIYEKÎ DI LÎSTEYÊ DE NAV HEYE   Di vê çarçoveyê de biryar hat dayîn ku pirtûkê nedin Turfent. Turfent ragihand ku nedayîna pirtûkê nakokiyek mezin e û got ku li aliyekî vê pirtûkê nadinê û li aliye din jî gelek pirtûkên din ên Ahmet Altan di lîsteya pirtûkxaneya girtîgehê de hêj cih digirin.    MA / Mahmut Ruvanas