Li Enqereyê zext û gefên li ciwanan tên kirin didomin 2022-01-28 12:02:15 ENQERE - Kesên rastî gef û lêferzkirinê sîxuriyê tên kirin wiha gotin: “Ji bo me ji HDP’ê veqetînin, hewl didin me bitirsînin û bi zextan biqûtifînin.” Polîtîkayên sîxurkirinê ku di encama polîtîkayên ewlekariyê yên desthilatê de li ser ciwanan û beşa muxalîf tên pêkanîn, di sala 2022’yan de jî berdewam kir. Li Enqereyê di nava hefteyekê de li 2 kesan sîxûrtî hat ferzkirin. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan a “Rapora Taybet a Têkildarî Bûyerên Revandin, Sîxurkirin, Mulakat Kirin, bi Rêbezan Gef û Zextê Îfade Wergirtin a Sala 2021’an” di navbera mehên Çile û Mijdarê de herî kêm 150 kes hatin revandin, sîxurtî lê hatin ferzkirin û gef lê hatin xwarin.  Li gorî raporê herî kêm 13 kes hatin revandin û sîxurtî lê hat ferzkirin û gef li wan hatin xwarin, herî kêm 66 kes jî di bin çavan de û li qadên cemaweriyê de rastî heman pêkanînan hatin.    Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Navçeya Mamakê Ercan Ozben û xwendekara zanîngehê E.O. ku ji aliyê kesên ku xwe weke polis dan nasîn ve zext û gef li wan hatin kirin, têkildarî tiştên jiyan axivîn.    ÇI KARÊ TE LI HDP’Ê HEYE?   Ozben, diyar kir ku endamên îstîxbaratê 2 sal in zexta li wî dikin, çend caran van kesan bi awayekî fîzîkî êrişî wî kirine. Ozben ê Yozgatî, da zanîn ku gelek caran bi gotina “Tu tirkekî Yozgatî yî çi kare te li HDP’ê heye’ hatiye tacîzkirin. Ozben, bi lêv kir ku di 20’ê Çileyê de careke din ji aliyê kesên ku xwe weke polîs dan nasîn ve pêşiya wî hat birîn û wiha got: “Ez da ji bo karên xwe yên teqawîtbûnê biçim avahiya SGK’ê ya Ruzgarliyê. Li PTT’ê jî karekî min hebû. Dema ez ji PTT’ê derketim 2 kes hatin cem min. Nasnameya xwe ya polîsan nîşanî min dan û xwestin bi min re bi axivin. Min ji wan re got ‘tiştek nîne ez bi we re biaxivim’. Van kesên ku israr kirin bi min re biaxivin, bi gotinên ‘evraqên xwe bide bila hevalên me karê te pêk bînin” sîxurtî li min ferzkirin. Piştî ku min ev daxwaza wan red kir ji min re gotin ‘Heke tu bi me re nexibitî wê dozgerî derbarê te de lêpirsînê bide destpêkirin.’ Dû re min bi awayekî şid bersiva wan da û dûr xistin.”   PEYAMÊN TACÎZÊ   Ozben, diyar kir ku bi telefonê ew aciz kirine û wiha berdewam kir: “Li ser Whatsappê peyam şandin lê berî ku ez wêneyê wan bikişînim peyam jê birin. Di peyaman de digotin ‘Em ew hevalên bi te re hevdîtin kirine, nebêje hevalên xwe yên partiyê ku em bi te re axivîne. Heke tu ji wan re bêjî dibe ku te bi sîxurtiyê sûcdar bikin. Dibe ku te veder bikin. Bi rêzdarî.’”   ‘EM Ê VALA DERXÎNIN’   Ozben, destnîşan kir ku HDP ne tenê partiya kurdan partiya hemû gelan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê yekê ji bo mirovan ji HDP’ê veqetînin, hewl didin bi tirs û zextê biqûtifînin. Em tiştê ew dixwazin bikin hemûyan vala derxînin. Ez weke tirkekê serbilindim ku di nava HDP’ê de me. Ji xwe helwesta gelên li Kurdistanê diyar e. Dema ber bi rojavayê Tirkiyeyê ve diçin dibînin ku di nava HDP’ê de Yozgatî, Sêwazî û Çorûmî hene. Dewlet ji vê gelek aciz e. Çi bikin bila bikin encam nayê guhertin. Heta ji destê me were em ê di nava HDP’ê de têkoşîna xwe bidomînin. Em bi HDP’ê hene, em ê bi HDP’ê hebin.”   ŞOPANDIN Û TACÎZ    Polîsan li Enqereyê di 20’ê Çileyê de sîxurtî li xwendekara zanîngehê ferz kirin. E.O ya ji bo karekê diçû Batikentê dema li rawestgeha otobûsê bû da zanîn ku polîsekî li TEM’ê dîtibû nêzîkî wî bû û wiha got: “ Polîsê nêzîkî min bû got ‘E.O. ez bawer nakim, lê binêre em çawa li Batikentê rastî hev hatin’ Dema min lê nêrî min fêm kir ku ew kesê ku li Şaxa TEM’ê ya Enqereyê xwe weke polîs da nasîn bû. Min dû re rêya xwe guhert û berê xwe da cihekî qelebalixtir û çûm metroyê. Di wê navberê de nimreyek li min geriya. Min çawa telefon vekir ew gotinên tacîzê yên di rê de ji min re gotin dubare kirin. Dûre min çawa zanî ew e min telefon girt û rêya xwe berdewam kir.”   E.O. bi lêv kir ku êvara wê rojê bavê wî li wî geriyaye û gotiye ji aliyê kesên ku xwe weke polîs dan nasîn ve hatiye gerandin û ji wî re gotine “Keça we li cihên nebaş dimîne, hevalên derdora wê gelek nebaş in. Wê hişyar bikin.”   WÊ TÊKOŞÎNA CIWANAN BIDOME   E.O. bi bîr xist ku li Enqereyê ferzkirina sîxurtiyê, gef xwarin û şopandin demekî dirêje didome û wiha axivî: “Ev polîtîka nikarin ciwanan ji têkoşînê paş ve gavê bidin avêtin. Ciwanên ku pêşengê civakê ne, wê têkoşîna xwe bidomînin.”