Haşim Gezer bang li parêzerên Xerîbeyê kir: Xwe bigihînin min 2022-01-28 11:44:34 ENQERE - Kekê Xerîbe Gezer, Haşim Gezer ê girtî diyar kir ku îdareya Girtîgeha Kandirayê xwestiye derbarê hevdîtinên telefona ên bi xwişka wî re hevdîtin bike û xwest parêzerên Xerîbeyê xwe bigihînin wî.   Xerîbe Gezer li Girtîgeha Kandirayê ku li hucreyê bi îşkenceya sîstematîk û tecawizê re rûbirû mabû jiyana xwe ji dest dabû. Kekê Xerîbeyê, Haşim Gezer ê li Girtîgeha Xarpêtê girtî ye name ji Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglu re şand. Haşim Gezer di nameyê de got wî ji mehê carek bi xwişka xwe re hevdîtin dikir.    GIRTÎGEHÊ XWESTIYE BI HAŞIM GEZER RE HEVDÎTINÊ BIKE    Haşim Gezer da zanîn ku ji bere w navnîşana parêzerên li doza xwişka wî dinêrin nizane nameyê ji wan re nenivîsandiye û xwişka wî di her hevdîtina telefonê de jê re gotiye ew bi tecawiz û îşkenceyê re rûbirû maye. Gezer diyar kir ku îdareya Girtîgeha Kandirayê xwestiye derbarê hevdîtinên telefona li gel xwişka wî di 14’ê kanûnê de pê re hevdîtin bikin û wî gotiye di hevdîtinek ku parêzerên Xerîbeyê nebin dê hevdîtinê neke.    Gezer di nameyê de wiha dibêje, “Ez Haşim Gezer, li Girtîgeha Xarpêtê ya Jimara 2’yan a Ewlehiya Bilind dimînim. Ez kekê Xerîbe Gezer im. Ji mehê carek du car min û Xerîbe bi telefonê bi hev re xeber dida. Rêveberiya Girtîgeha Kandirayê xwest derbarê hevdîtinên telefonê yên min û Xerîbe de di 14’ê kanûna 2021’an de bi SEGBÎS’ê hevdîtinê bi min re bike. Lê min hevdîtinek bêparêzer nexwest. Xerîbe di telefonê de digot, min xistine hucreyek yek kesî. Wê birine odeya bi singêr û di korîdorê de nîv tazî birine. Cilê wê qetandine û gardiyanên zilam tacîz û tecawizê wê kirine. Hemû di qeydên telefonê de hene. Di pergala qeyda navenda telefonê de qeyd kirîne.   BILA PARÊZER XWE BIGIHÎNIN MIN’    Bi qasî ku ez dizanim sê parêzerên Xerîbe hene. Yek jê Jiyan e, yek jî Eren Keskîn û ya/yê din nizanim. Heke min navnîşana wan zanibûya min ê ji wan re binivîsanda. Ji kerema xwe xwe bigihînin parêzer Xerîbe û vê mijara teleofnê ji wan re bînin ziman. Heke xwe bigihînin min wê gelek baş bibe. Ango heke dozger îfadeyan bigire bila îfadeyê min jî bigire. Ji bo pêvajo bi silametî birêve biçe bila parêzerên Xerîbe xwe bi awayek bigihînin min.”    GERGERLÎOGLU SERLÊDAN KIR    Parlamenter Gergerlîoglu li ser beyanên Haşim Gezer, pêşniyazname da Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul û serî li Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclisê da.