Newroz Ehmed: Me li dijî ‘şaneyên razayî’ operasyon da destpêkirin 2022-01-28 11:10:10 HESEKÊ – Endama Fermandariya Giştî ya HSD’ê Newroz Ehmed da zanîn ku hêzên wan li dijî ‘şaneyên razayî’ yên DAIŞ’ê operasyon daye desptêkirin. Ehmed bang li hêzên navdewletî kir ku ji bo darizandina DAIŞ’iyan dadgeheke navneteweyî ava bikin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî êrişa DAIŞ’ê ya di 20’ê çileyê de li Hesekê pêk anî, operasyon da destpêkirin. HSD’ê piştî pevçûnên dijwar, di roja çarşemê de girtîgeh xist bin kontrola xwe. Bi êrişa DAIŞ’ê re hemwext li dijî herêmên cuda jî êriş hatin destpêkirin. Operasyonên HSD’ê di 26’ê çileyê, roja salvegera berxwedana Kobanê bi dawî bûn. Têkildarî mijarê Endama Fermandariya Giştî ya HSD’ê Newroz Ehmed ji ajansa me re axivî.     ‘BERIYA NIHA JÎ ÊRIŞ KIRIBÛN’   Newroz Ehmed destnîşan kir ku êrişên beriya niha ji hêla hêzên ewlekariyê ve vala hatin derxistin û wiha domand: “Emîr û fermandarên payebilind ên DAIŞ’ê ku li Baxozê hatibûn girtin, li Girtîgeha Sînaayê ne. Lewma DAIŞ girîngiyê pê dide. Ji bo xelaskirina wan her tim di nava hewldanan de ye. Hem şaneyên DAIŞ’ê û hem jî dewleta Tirk her tim bi rêbazên cuda van êrişan didomînin. Van êrişan li ser Serêkanîyê, Girê Spî û herêmên din pêk tînin. Lê hêzên me ev êriş vala derdixistin û miraza wan hasil nedibû. Balkêş e ku ev êriş di serdemeke ku Erdogan digot ‘em ê bi stratejiyên cuda êrişî wan bikin’ de çêbû. Bi rastî jî ji êrişên heta niha pir mezintir û birêxistinkirîtir bû.”    KOMÊN DI BIN KONTROLA TIRKIYEYÊ DE   Ehmed da zanîn ku hinek kom ji herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê û hinek kom jî ji Iraq û Sûriyeyê hatine herêmê û ev agahî dan: “Bi destpêkirina êrişê re temamiya van koman ketin nava tevgerê. Êriş tenê bi girtîgehê re sînor nema. Bêguman armanca wan hem girtîgeh û hem jî Hesekê bû. Çeteyên ku ew pir girîngiyê pê didin li vê girtîgehê dimînin. Dixwestin hem wan xelas bikin û hem jî wan beşdarî êrişa xwe bikin. Xwestin temamiya herêmê dagir bikin. DAIŞ, xwe dîsa birêxistin dike û dixwaze xelîfetiya xwe ragihîne. Êrişa wan a bi hejmareke ewqas mezin nîşaneya vê rastiyê ye.”    TALÛKEYA LI GIRTÎGEHÊ   Di berdewamê de jî Ehmed got ku talûkeyeke mezin li ser girtîgeha navborî heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me gelek caran bal kişand ser vê talûkeyê. Biqasî ji dest dihat me girtîgeh diparast. Bêguman derfetên me kêm bûn û bi têrî nedikirin. Ev yek me berê jî gotibû. Lê tevî vê rastiyê jî hêzên me ew dever parast. Me gelek caran banga avakirina dadgeheke navneteweyî kir. Ji ber ku ev bar, ne tenê barê Rêveberiya Xweser û HSD’ê ye.”   ‘OPERASYONA LI DIJÎ ŞANEYÊN RAZAYÎ’   Ehmed da zanîn ku beriya niha jî têkildarî girtîgehê bi hêzên koalîsyonê re hevdîtin û xebatên wan ên hevpar çêbûne û wiha derbirî: “Lê ne di asta tê xwestin de ne. Êrişa heyî nîşaneya herî şênber a vê rastiyê ye. Ya girîng ew bû ku kontrol dîsa ketibûya destê me. Operasyonên me yên li dijî hucreyên razayî berdewam in. Ne tenê li Hesekê, li derdora bajêr û li bajarên din jî ev operasyonên me yên paqijkirina şaneyên razayî berdewam in.”    BANGA BO DADGEHA NAVNETEWEYÎ   Endama Fermandariya Giştî ya HSD’ê Newroz Ehmed daxuyand ku pêngava ewil a li girtîgehê ew bû ku girtîgeh ji DAIŞ’iyan bê paqijkirin û wiha domand: “Piştre jî kontrolkirina girtîgehê bû. Ji ber ku bi rastî jî bi hejmareke gelek mezin hatibûn. Xwestin bi çekên giran bikevin hundir. Lê hêzên me destwerdana rewşê kir û rê li ber girtin. Niha tevek jî di bin kontrola me de ne. Bêguman gelek zehmet bû. Ji ber ku gelek sivîl hebûn. Van kesan xwe li taxan bi cih kiribûn. Di heman demê de girtiyên ku temenê wan biçûk hebûn. Xwestin wan weke mertalên zindî bi kar bînin. Me nexwest ziyanek bi sivîlan bibe. Me xwest van girtiyên zarok rizgar bikin. Ji bo gava yekemîn ev yek girîng bû. Niha li cihekî biewletir in. Tên parastin û tevdîrên pêwîst hatine girtin. Ji bo vê jî derfet û alîkarî hewce dike. Ya herî girîng jî ew e ku ev kes di zûtirin dem de vegerin welatên xwe. Ji bo ku em bi hev re van kesan bidarizînin û sûcên wan derxînin holê, divê em bi hev re bixebitin. Ev ne tenê karê me, karekî navneteweyî ye. Di vê çarçoveyê de hem dê bên darizandin û hem jî dê li welatên xwe bên vegerandin. Yek ji xebatên me yên sereke jî ev e. Bêguman ji bo pêkhatina van tiştan divê ewlehiya vê derê bê parastin. Derfetên me kêm in. Ev kes bi operasyonên hevpar ên me û koalîsyonê hatine girtin. Anku girtina van DAIŞ’iyan tenê berpirsyariya me nîne.”    ‘LÊPIRSÎN BERDEWAM DIKE’   Newroz Ehmed got ku ji bo darizandina DAIŞ’iyan para herî mezin a wan e û ev nirxandin kir: “Lewma em her carê van bangan dikin. Hêj van kesan ziyanên mezintir nekirîn û xwe birêxistin nekirîn, divê pêşî lê were girtin. Ji ber ku ev kes bo hemû cîhanê talûke ne. Em bang li welatên ku hemwelatiyên wan li vir û kesên ziyan ji DAIŞ’ê dîtin dikikn ku ji bo cîhaneke biaramtir alîkariya me bikin û berpirsyariyê li xwe bigirin. Ev yek girîng e. Bêguman lêkolînên me yên derheqê vê êrişê de dê bidomin. Di êrişê de windahiyên me jî çêbûn. Hêzên me fedekariyên mezin kirin. Heta dawiyê jî bi lehengî şer kirin. 10 hezar şervanên me beşdarî operasyona paqijkirinê bûn.”   BANDORA TIRKIYEYÊ YA DI ÊRIŞÊ DE   Newroz Ehmed herî dawî jî wiha got: “Lêpirsîna me ya derheqê êrişê de berdewam e. Dema bi dawî bû, em ê encamên wê bi raya giştî re parve bikin. Gelemperiya çeteyên xwe radest kirîn dibêjin ku ji herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de hatine. Di dema vê êrişê de me dît ku dewleta Tirk jî êrişan dike. Ev yek pir balkêş bû. Di encama lêpirsîna me de ev mijar tevek dê zelal bibin.”     MA / Nazim Daştan