Abdullah Ocalan: Bila kes li ser navê min neaxive 2022-01-28 10:49:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kiribû ku divê dewlet cidî tevbigere û vê hişyariyê dabû: “Li ser navê min bi milyonan derew tên kirin. Bila ji xeynî Apo kes neaxive.”  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Tîpa F’yê bi tecrîdek giran re rûbirû ye. 10 meh in agahî ji Ocalan nayê girtin. Tevî hemû serlêdanên malbat û parêzerên wî jî destûra hevdîtinê nayê dayîn.    ‘EZ Ê JI RASTIYAN TAWÎZ NEDIM’    Ocalan ku berê bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin kiribû astengkirina hevdîtinan wek “tavîzdayînê” nirxandibû û di hevdîtina 12’ê cotmeha 2011’an de ya li gel malbatê gotibû, “Nahêlin hûn û parêzerên werin vir. Bi vî awayî dixwazin ku ez tawîzê bidim wan! Ez li vir deh sal jî bi tena serê xwe bimînim, wê bi vî awayî nikaribin tawîzê ji min bigirin. Ez ji rastiyan tawîzê nadim. Hemû mafên me tên desteserkirin. Car carna riya hevdîtinê vedikin û dixwazin ser kirinên xwe bigirin.”    ‘DEWLET ŞAŞÎTIYÊ DIKE’    Ocalan di 27’ê Nîsana 2020’an de li gel birayê xwe Mehmet Ocalan cara ewil bû bi telefonê axivîbû. Pişt re di 25’ê Adara 2021’an de Ocalan cara duyem li gel Mehmet Ocalan bi telefonê axivîbû lê belê telefon hatibû qûtkirin û tenê çend deqîqe axivîbûn. Ocalan bertek nîşanî astengkirina hevdîtinan dabû û wiha gotibû: “Kekê min got ‘Ji van tiştên diqewimin re hem tu hem jî dewlet xeletiyê dike. Sedema wê ev e; Ev salek e bi tu awayî hevdîtin nayê kirin. Tişta tê kirin ne di hiqûqa dewletê de ne jî di tu hiqûqek din de heye. Hatina te pir xeletî ye û pir talûke ye. Dewlet jî pir talûke ye. Ev ne tiştek rast e. Heke hevdîtinek bibe divê di çarçoveya hiqûqî de bibe. Piştî salekê li ser daxwazên wan bi rêya telefonê hevdîtin nabe.’ Serok dubare dubare got ‘Ev tişta hûn dikin pir şaş e. Dewlet jî şaş dileyîze û hûn jî. Ev ne hiqûqî ye, ne raste jî. Ev yek qet û qet nayê qebûlkirin. Ev yek di heman demê de pir talûke ye. Gelo hûn di ferqa wê de ne ku çi dikin? Ez dixwazim parêzerên min werin vir û bi min re hevdîtinê bikin. Ev ne tiştek hiqûqî ye. Ev 22 sal in li vir im. Ev pirsgirêk di siberojê de wê çawa bibe? Ev pirsgirêk encax bi hiqûqî dikare were çareserkirin. Çima nayên vir? Heke hevdîtinek bibe jî divê bi parêzeran re bibe. Çimkî ev rewş hem siyasî ye hem jî hiqûqî ye.”    EV DU CAR IN ERDOGAN BEHSA OCALAN DIKE   Ji wê rojê ve agahî ji Ocalan nayê girtin. Ji ber vê yekê di raya giştî de jî fikar zêde dibin. Di nava du hefteyên dawî de Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ev du car in derbarê Ocalan de daxuyanî dide. Erdogan ewilî di 12’ê çile de di komcivîna partiya xwe de axivîbû û gotibû, “Wê yê li Edîrneyê hesab bide yê li Îmraliyê.” Piştî vê daxuyaniyê Erdogan duh êvarê jî di bernameyek televîzyonê de derbarê Ocalan de axivîbû û gotibû, “Divê meriv wî ji Ocalan bipirse. Ocalan, ji ber van peyamên Demîrtaş ên di girtîgehê de dide, nerihet e.”   ‘DIVÊ AŞTÎ JÎ ŞER JÎ CIDÎ BE’    Ocalan di hevdîtinên li gel Şandeya Îmraliyê yên di navbera salên 2013 û 2015’an bênavber li ser cidiyeta dewletê disekinî û digot heke dewlet divê di aştiyê de jî di şer de jî bi cidî tevbigere. Ocalan di hevdîtina 15’ê îloana 2013’an de jî gotibû: “Ocalan wisa ne kesekî ku were bikaranînê ye. Ez ji bo xwe tiştek naxwazim. Ez di şêwaz û nêzîkatiyê de cidiyetê dixwazim.”    HEGEMONYA ŞEXSÎ YA ERDOGAN    Ocalan di hevdîtina 24’ê hezîrana 2013’an de jî wiha axivîbû: “Hewcedariya demokrasiyê parve kirin e. Hurmeta li hemberî hev e. Fêmkirina ji hev e. Erdogan nikare hegomonya xwe ya şexsî ava bike, xelk jî viya qebûl nake.”    ‘KES NIKARE LI SER NAVÊ MIN BIAXIVE’    Ocalan di hevdîtina 26’ê hezîrana 2014’an de jî li gel Şandeya Îmraliyê wiha gotibû: “Ez hişyariya ku kes li ser navê Apo neaxive didim. Em her tiştî bi nivîskî bikin. Heta heke ku dewlet îmze neke, hewce bike ez ê îmze bikim. Bila diyar bibe ez çi li vir diaxivim. Ev pêdiviyek neçarî ye. Berevajî vê wê bibe mîna sobeberiya hewiza bêav. Li ser navê min bi milyonan derew tên kirin. Em pêşî li van hemûyan bigirin. Em ê neyên lîstika tu kesî. Ne hedê tu kesî ye me bikar bîne. Divê her kes cidî be. Em ji sindoqa sed qad tevgerek cidîtirin. Divê dewlet bi awayek cidî tevbigere û di karûbarên xwe de cidî be.”   MA / Ozgur Paksoy