Dê Aysel Tugluk bişînin ATK’ê 2022-01-28 10:05:35 ENQERE – ATK’ê li ser îtîraza parêzeran biryar da ku rewşa Aysel Tugluk dîsa binirxîn. Birayê Aysel Tugluk, Alaattîn Tugluk da zanîn ku rewşa xwîşka wî her ku diçe xerabtir dibe û divê were berdan.  Ji bo rewşa Alîkara Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Aysel Tugluk ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê dimîne dîsa bê nirxandin, parêzeran ji Lijneya Bilind a Saziya Tipa Edlî (ATK) re serlêdana îtîrazê kiribû. Li hêla din 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê jî xwest ku rewşa Tugluk dîsa bê vekolandin. Li ser vê yekê jî ATK’ê biryar da ku rewşa Tugluk dîsa lêkolîn bikin. Tê payîn ku Tugluk di nava vê hefteyê de biçe ATK’ê.    Birayê Aysel Tugluk, Alaattîn Tugluk têkildarî rewşa dawî ya xwîşka xwe de ji ajansa me re axivî. Tugluk da zanîn ku ji ber hesasiyeta raya giştî biryara veguhestina nexweşxaneyê hatiye dayîn û wiha got: “Rewşa wê her ku diçe xerabtir dibe. Ez du hefte berê çûbûm serdana wê. Mîna berê bêdeng e û ji bîr dike. Nikare mijarekê bi dirêjî biaxive. Tiştên tên gotin pir zêde dubare dike. Di liv û tevgerên wê de bêbiryarî heye. Hemû bûyeran ji bîr dike û tiştên berê anîn ziman dîsa dubare dike. Lê di hêla fîzîkî de baş xuya dikir. Li hemberî hevalên xwe gelek xwîngerm bû. Hewldanên hiqûqî yên parêzerên wê berdewam dikin. “   BANDORA RAYA GIŞTÎ   Tugluk biryara yekemîn a ATK’ê rexne kir û axaftina xwe wiha qedand: “Dê rewşa xwîşka min dîsa binirxînin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Seka ya Kocaeliyê teşhîsa nexweşiya wê hate kirin. Bi zexta raya giştî re ATK neçar ma ku rewşa wê vekole û çavdêriyê lê bikin. Hevalên wê û jin bangawaziyan dikin. Di raya giştî de bû rojev. Lewma spasiya her kesî dikim. Dixwazim ku di zûtirin dem de bê berdan.”