AYM’ê serlêdana rojnamevan Guleş qebûl nekir 2022-01-28 09:45:27   AMED - Dadgeha Desûra Bingehîn, serlêdana rojnamevan Mehmet Guleş ê 6 sal û 3 mehan di hepsê da ma qebûl nekir.    Rojnamevan Mehmet Guleş ji ber kar û barên xwe rojnamevaniyê di sala 2016’an de hatibû girtin, piştî cezayê wî qediya di tebaxa 2021’an de hat berdan. Guleş bi hêceta “azadiya derbirînî hatiye binpêkirin” di sala 2018’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû. AYM’ê piştî 4 salan derbarê serlêdanê de biryara xwe eşkere kir.    Guleş ê wê çaxê nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi Biryarnameya di Hukmê Qanunê de Qanûnê de hat girtin bû dema ji bo şopandina nûçeyê çû Edliyeya Xarpêtê hat binçavkirin û ji ber nûçeyên çêkiriye bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” hat girtin.    Darizandina wî 4 meh dewam kir û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” jî 3 sal û meke û nîv cezayê hepsê li Guleş hat birîn. Dadgeha Îstînafê van her du cezayan erê kir. Dadgeha Bilind tenê cezayê “endamtiya rêxistinê” erê kir.    RÊYA TEMYÎZÊ VEBÛ    Di sala 2019’an de di çarçoveya Bernameya Stratejiya Reforma Darazê de guhertnek hat kirin û ji bo cezayên di bin 5 salan de ku li îstînafê hat teqezkirin rêya temyîzê ya Dadgeha Bilind jî vebû. Li ser vê yekê Guleş derbarê cezayê “porapgandayê” lê hatibû birîn serî li Dadgeha Bilind da û hêj di vê mijarê de tu biryarek nehatiye dayîn.    AYM’Ê SERLDANÊ QEBÛL NEKIR    Guleş di sala 2018’an de bi hêceta “azadiya derbirînê hatiye binpêkirin” bi awayek şexsî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM’ê piştî 4 salan serlêdana Guleş nirxand û biryar da. AYM’ê îdia kir ku mafê azadiya Guleş nehatiye binpêkirin û serlêdanê qebûl nekir. Her wiha AYM’ê biryar da ku lêçûyînên darizandinê ji aliyê Guleş ve were razandinê.