Malbat dixwazin vegerin Sûrê! 2018-02-24 09:29:53 AMED - Xebatkarên DÎTAM'ê Dîlan Kaya û Rûşen Yakut, bal kişandin ser hevdîtina DÎTAM'ê ya bi 500 malbatên Sûrê re û aşkera kirin ku malbatan di mijara konûtan de li hev nekirine û sedema herî mezin jî wekî vegera Sûrê pênase kirin. Di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûra Amedê de, dewletê bi sedan malbat bi zorê ji Sûrê koçber kir. Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM), bi malbatên Sûrê re di bin navê "Malbatên li navçeya Sûrê ya Amedê ji cihên wan kirin, maf wan û xwe gihandina xizmetên cemaweriyê" de hevdîtin kir û rojên borî wekî projeyekê bi raya giştî re parve kir. Projeya di 1'ê Tebaxa 2017'an de starta wê hat dayîn û bi piştgiriya Balyozxaneyê Îngîltereyê hat amadekirin. Di çarçoveya projeyê de bi 500 malbatan re hevdîtin hat kirin û dane hatin komkirin.   'EM Ê PROJEYÊ BIGIHÎNIN HER KESÎ'   Xebatkara DÎTAM'ê Dîlan Kaya ya di projeyê de cih girt, aşkera kir ku li gorî daneyên TUÎK'ê 6 hezar malbat ji Sûrê koç kirine, wan bi 500 malbatan re hevdîtin kirine. Kaya, da zanîn ku di çarçoveya projeyê de, bi 16 saziyan cemaweriyê û rêxistinê civaka sivîl re sebat meşandine, li qadê rojê bi 5 malbatan re hevdîtin kirine. Kaya aşkera kir ku piştî proje hatiye aşkerakirin vegerên wan gelekî baş bûne û wiha axivî: "Em dixwazin xwe bigihînin saziyên navneteweyî. Me der barê mijarê de bi daxwaznameyê serî li Waliyê Amedê da. Em dîsa dixwazin xwe bigihînin saziyên civaka sivîl. Di rojên pêş de em ê pirtûka vê xebatê amade bikin."   'VEGUHERANDINA BAJÊR A JI BO MALBATAN ŞÊLU YE'   Kaya anî ziman ku şerê li Sûrê demeke dirêj di mirovan de mexdûrbûneke mezin ava kiriye, mirovên di vê pêvajoyê de koçber kirin, jiyana belav bûye û wiha axivî: "Li Sûrê gelek binpêkirinên mafan derketin holê. Welatiyên Sûrê êdî veger girtiye rojeva xwe. Di dema xebatê de em bi taybetî li ser mafê hewandinê rawestiyan. Malbatên ku me bi wan re hevdîtin kir, malê 279 malbatan li Sûrê ne. 34 malbatan bi rayedaran re li hev kirine. Ên din hêj nizanin li Sûrê çi tê kirin. Malbat nizanin dê veguheriya bajêr çawa bibe."   'MALBAT NE TOLEDAYÊ SÛRÊ DIXWAZE'   Kaya destnîşan kir ku rayedaran der barê konûtên nû de bi malbatan re hevdîtin nekiriye û wiha pê de çû: "Malbat rewşeke şêlu dibînin. Hemû dixwazin vegerin. Lê dê ji bo vegerê pêwîstiyên wan pêşwazî bikin? Lewre ji bo li Sûrê bibin xwedî mal, divê tiştekî razînin. Aboriya malbatan vê pêşwazî nake. Malbat ne Toledayê Sûrê dixwazin."   'GELEK BINPÊKIRINÊN MAFAN HENE'   Civaknas Rûşen Yakut a di DÎTAM'ê de dixebite, diyar kir ku wan bi malbatan re hevdîtinek kûr kiriye, rastî gelek binpêkirinên mafan hatine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Malbatên me bi wan re hevdîtin kirin, 302 kes mexweşên kronîk û 177 astendgar in. Di dema pevçûnan de mafên tenduristiyê negihaye van. 20 ji wan keç û 23 kur, bi giştî 43 xwendevan dest ji dibistanê berda ye." Yakut anî ziman ku çanda li Sûrê jî hatiye belavkirin û der barê pirsgirêkên malbat û zarokan de jî ev agahî da: "Di 2 salan de 60 zarokan travma derbas kir."   'MALBAT DIXWAZIN VEGERIN'   Yakut derbirî ku xeyala herî mezin a malbatan, vegera Sûrê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Tu malbat bê Sûr nebe. Hêj li benda vegerê ne. Ruxmê buhayê konûtan zêde ye, dîsa dixwazin vegerin."