Gunay: Hewceye tecrîd rabe û Ocalan bi xwe biaxive 2022-01-28 09:25:28 NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku axaftinên Erdogan, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girantir dike. Gunay got ku hewceye tecrîd rabe û Ocalan bi xwe biaxive. Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam e. Ocalan herî dawî di 25’ê adara 2021’an de bi rêya telefonê gel malbata xwe axivî bû. Ji wê rojê ve tu agahî ji Ocalan nayên girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzerên Ocalan jî bi hinceta ‘cezayên disiplînê’ tên redkirin an jî ev daxwaz bêbersiv tê hiştin. Di van demên dawî de serokomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan derheqê Ocalan de diaxive. Erdogan ji ewilî di 12’ê çileyê de di civîna koma xwe de wiha behsa Ocalan kir: “Ew kesê li Edîrneyê dê hesaba herî mezin bide wî kesê li Îmraliyê.” Di 26’ê çileyê de jî di bernameyeke televîzyonê de li ser pirsa rojnamegeran Erdogan bersiva ‘divê ji Ocalan bê pirsîn’ da.    Di demekî ku malbat û parêzerên Ocalan nikarin hevdîtinan bikin de van gotinên Erdogan rê li ber fikar û bertekan vekir. Yek ji parêzerên Ocalan û Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay derheqê axaftinên Erdogan de ji ajansa me re axivî. Gunay got ku axaftinên derheqê Ocalan de karê wan nîne û hewceye şert û merc bên amadekirin ku Ocalan bi xwe biaxive.    TECRÎD TÊ GIRANKIRIN   Gunay bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha got: “Sepana tecrîdê berdewam e û roj bi roj bi awayekî derhiqûqî û derexlaqî tê girankirin. Axaftinên demên dawî jî nîşan didin bê ka li Girava Îmraliyê tecrîdeke çiqas giran heye. Ev gotin tecrîda heyî hêj girantir dikin. Hewcehî bi agahiyên objektîf heye. Kes nizane bê ka li Îmraliyê çi diqewime, rewşa tenduristiya girtiyan çawa ye. Divê di vê mijarê de agahiyên rast bidin gel. Bêguman hem tevgera kurd, hem siyaseta kurd û hem jî raya giştî ya Tirkiyeyê birêz Ocalan ji nêz ve dişopîne û hay ji nêrînên wî heye. Bi taybet jî siyaseta Tirkiyeyê Girava Îmraliyê pir ji nêz ve dişopîne.”    ‘LI SER NAVÊ OCALAN TÊ AXAFTIN’   Di berdewamê de jî Gunay da zanîn ku Ocalan di şertên tecrîdeke derhiqûqî û dermirovî de ye û ne hedê kesekî ye ku li ser navê wî biaxive. Gunay bertek nîşanî axaftinên Erdogan da û wiha pê de çû: “Sedema vê tecrîdê Erdogan bixwe ye. Lewma kesê herî dawî bikare qala birêz Ocalan bike yan jî derheqê wî de îdiayan bike, Erdogan e. Serokomarê vî welatî ye. Ji ber vê jî berpirsê yekemîn ê vê tecrîdê ew bi xwe ye. Dema em li 20 salên desthilatiya AKP’ê dinihêrin, dema em li sepanên li Girava Îmraliyê yan jî guherînên di Qanûnên Ceza û Înfazê de dinihêrîn, dibînin ku kesên tecrîda li Îmraliyê giran dikin û ev yek veguherandine şêwazekî birêvebirinê, desthilatiya AKP’ê ye. Lewma bi wan nakeve ku derheqê Ocalan de biaxivin.”   ‘DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN’   Gunay destnîşan kir ku divê tecrîd bi dawî bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ya ku dikeve ser milê desthilatdariyê ew e ku tecrîdê rake, li gorî hiqûqê tevbigere û edaletê pêk bîne. Em bi vekirî bang li hikûmetê dikin; li şûna ku her carê îdiayên derveyî aqil bikin, bila tecrîdê rakin, deriyên Îmraliyê vekin û hem parêzer û malbata Ocalan û hem jî şandeyên siyasî bikarin biçin hevdîtina wan. Bila raya giştî ji Ocalan bi xwe bibihîze bê ka çi difikire. Divê tecrîd bi dawî bibe û Ocalan bixwe biaxive. Tekane rê ev e.”    RASTIYA OCALAN   Parlamenter Ebrû Gunay wiha dawî li axaftina xwe anî: “Axaftinên Erdogan, pergala tecrîdê ya li Îmraliyê girantir dike. Li rexekî hewl didin wisa nîşan bidin ku li Girava Îmraliyê hevdîtin çêdibin, li hêla din jî pergala tecrîdê giran dikin. Erdogan kengî bi vî awayî tevbigere, hinek kesên li derdorê demildest êrişî Ocalan dikin. Dest bi reşkirinê dikin. Di dawiya dawî de Ocalan rastiyek e û ev êriş nîşan didin ku çavên xwe li vê rastiyê digirin. Ocalan, tevî şert û mercên nebaş û pergala tecrîda giran jî li ber xwe dide. Divê ev rastî tu carî neyê jibîrkirin. Têkoşîna ku Ocalan li Îmraliyê dide, xeta berxwedanê ye. Divê tu kesek vê rastiyê ji bîr neke.”    MA / Ozgur Paksoy