Dayika Abdulgaffar Dayan: Bila erebeyên zirxî ji sûkê û cadeyan vekişînin 2022-01-28 09:03:21 ŞIRNEX - Meryem Dayan a dayika Abdulgaffar Dayan ê wesayîta zirxî lê qelibî û jiyana xwe ji dest da wiha got:" Bila van erebeyên zirxî ji sûkan vekişînin. Ew kesên ku dibin sedema mirina van zarokan divê ku bên girtin û cezakirin."  Xwendekarê bi navê Abdulgaffar Dayan (23) di 24’ê çileyê de dema ji pira kevin (Cadeya Yafesê) ber bi dersxaneyê ve diçû, wesayîta zirxî ya bi cûreya Ranger li Dayan xist û  jiyana xwe ji dest da. Piştî ku li ser bûyerê çend roj derbas bûn, Şaredariya Cizîrê ya ku di bin rêveberiya qeyûm de ye li xwe mikûr hat û girt ser xwe ku wesayîta zirxî a ku li Dayan qelibiye ya wan e. Bavê Dayan di sala 2017'an de di qezayeke kar de jiyana xwe ji dest dide, dayika wî Meryem Dayan zarokên xwe di şert û mercên giran de mezin dike û dide xwendin. Dayan ê ku amadekariyên zanîngehê dikir xeyalê wî ew bû ku bibe bijîşk.    Meryem Dayan derbarê qetilkirina kurê xwe de ji ajansa me re axivî.   XWESTIYE BIBE DOKTOR    Dayan da zanîn ku ji bo pêşerojê xeyalên kurê wê hebûn û wiha got: "Armanca Abdulgaffar xwendin bû. Abdulgaffar xwendekareke gelek jîr bû. Her tim digot, 'Ez dixwazim bibim doktor'. Min bi derfetên kêm û şert û mercên herî giran Abdulgaffar mezin kir. Lê nehîştin bigihîje mexseda xwe. Serê sibehê ji min re got, 'Yadê seat 7 û nîvan ezmûna min heye. Ne baran tê û ne jî tiştek heye. Ez ê biçim'. Ji bo ku bikeve ezmûnê çûbû. Piştî ku çû 10 deqîqe di ser re derbas nebû li min geriyan û gotin, 'Qeza çêbûye û Abdulgaffar rakirine nexweşxanê'. Min ew bi zehmetiyan da xwendin. Bavê wan di sala 2017'an de di qezayeke kar de jiyana xwe ji dest da. Min ew pir bi zehmetî mezin kirin. Mamosteyên wî jî her tim digotin Abdulgaffar gelek serkeftî ye. Mamosteyên wî digotin dibe ku di Tirkiyeyê de bibe yekemîn. Ji hevalên xwe re dibû alîkar û dersa wan jî çêdikir. Yekî pir zana bû."    'VAN EREBEYÊN ZIRXÎ JI KOLANAN VEKIŞÎNIN'    Dayan bertek nîşanî maşîneyên zirxî da û wiha domand: "Hebûna van erebeyên zirxî jiyana me dixe xetereyê. Xwedê heqê Evdilayê min li erdê nehêle. Di wê seatê de baran dibariya. Temam ez qebûl dikim ku qeza ye. Ew şofêrên li ser erebeyan bila li nava sûkê û kolanan de hêdî biçin. Bila vê meseleya maşîneyên zirxî çareser bikin. Van erebeyan zarokên xelkê xelas kirin. Heqê wan li ser xelkê tune ye. Bila van maşîneyên zirxî ji sûk û kolanan vekişînin. Bila dewlet li ser van mirovan bisekine. Ew kesên ku dibin sedemê mirina van zarokan divê ku bên girtin û cezakirin."   'KEZABA MIN ŞEWITÎ BILA YA KESEK DIN NEŞEWITE'    Dayan diyar kir ku divê van polîs û leşkerên wesayîtên zirxî li xelkê diqelibînin bêceza neyên hiştin û got: "Ji bo ku keseke din heman tiştê neke divê ceza were dayîn. Di nava sûkê de erebe li ser 140'ê ajotiye. Serê her kêliyê erebeyên zirxî di sûkê de diçin û tên. Di van kolanan de pîr hene, zarok hene. Divê çûyîn hatina van erebeyan çareser bikin. Kezaba min şewitî bila kezaba tu dayikên din neşewite. Êşa min gelek e. Lawê min li ber pîran, zarokan her tim rêz û hûrmeta wî hebû. Însanetiya wî ewqas mezin bû."    MA / Zeynep Durgut