Prof. Neşe Ozgen: Welat rûxandina xwe dibîne 2018-02-24 09:28:41 STENBOL - Prof. Dr. Neşe Ozgen, diyar kir ku kurdên li Tirkiyeyê, kesên dixwînin, dinvîsin û mirovên hêjahî, her roj dildariya wan a welat qut dibe û ev tişt got: "Wekî ku welat rûxandina xwe dibîne. Divê li dijî vê zimanekê nû yê ku kelecan û xeyalên jiyanî diafirîne bê avakirin." Li Tirkiyeyê di warê demokrasî, maf, hiqûq, xebata jiyanî, çand û perwerdeyê de pirsgirêkên cidî xwe didin nîşan. Siyaset jî di nav de, di hemû qadên civakê de her ku diçe cudakarî zêde dibe û ji hev dûrketin dertê holê. Dîsa şidet, cinayet, tecawiz, nelêrêtî, dizî, derew û bê bawerî her ku diçe bi pêş dikeve û ev bandorê li ser hemû civakê dike.   Ev rewşa kambax a ku xwe dide der, gelek kes wekî serdema 12'ê Îlonê pênase dikin. Yek jî akademîsyenên herî girîng a Tirkiyeyê Prof. Dr. Neşe Ozgen ev rewş nirxand.   Prof Dr. Neşe Ozgen serdema derbeya 12'ê Îlonê û OHAL'a piştî derbeya 15'ê Tîrmehê rûqalê hev kir, da zanîn ku di havbera her du deman de ferqên cidî hene û ev tişt got: "Derbeya 1980'ê, ji rejîmên leşkerî yên berê zêdetir şideteke mezin li ser civakê da meşandin. Bêhiqûqiyên gelek mezin li dijî me pêk hatin. Lê ruxmê vê jî dadgerên ku biryarên adilane digirtin hebûn û xwedî li edaletê derdiketin. Dadgerên ku li hiqûq dişopandin, sirgûn jî didan ber çavê xwe û dîsa jî li dijî bê edaletiyê radiwestiyan. Rojnameger di girtîgehê de bûn, îşkenceyên nedîtî li wan dikirin. Mirovên zanyar li ber derî berdidan wan, bi şev diketin malan û îşkence li ciwanan dikirin."   'DILDARIYA BI WELAT RE QUT KIRIN'   Ozgen diyar kir ku ne tenê kurd, kesên dixwînin, dinvîsin û mirovên hêjahî yên difikirin jî dildariya wan a bi welat re qut bûye.   Ozgen aşkera kir ku yek jî sedemên girîng "şer e" û wiha axivî: "Du tiştên dîtinbar ên şer hene, yek nijadperestî û yek jî netewperestî ye. Her duyan jî sor dikin. Encamên operasyona ku dixwazin ji bo parastina sînorê Sûriyeyê daynin holê, sibê ev girseyên sor kirine bi ser elewiyan de nikarin bişînin gelo?"   'WELAT RÛXANDINA XWE HÎS DIKE!'   Ozgen bi lêv kir ku herî zêde di vê serdemê de karker li Tirkiyeyê mirine û wiha got: "Kom bi kom karker dimirin. Hêza kar a ne hêjayî ya ku bi bêkariyê ditirsînin, vê carê jî dema karker be bi cinayetên kar gefan lê dixwen."   Ozgen da zanîn ku cinayetên jinan û tecawiza li dijî zarokan gelek zêde bûye û wiha pê de çû: "Ev rewşeke wisa ye dema welat dibîne ku dê hilweşê, destpêkê yên herî bê hêz kê ye wî tune dike."   ‘KEVNEŞOPIYA ÇEPGIR TÊKOŞÎNA XWE YA DERBASBÛYÎ NEANÎ BÎRA XWE’   Ozgen anî ziman ku di vê tabloyê de, divê kevneşopiya çepgir a welat têkoşîna xwe ya berê bîne bîra xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji serhildanên Celaliyan heta Dadaloglyan, ji têkoşînên karkeran ên Gulana 77'an heta salên 90'î û ji kesên li dijî faşîzma 12'ê Îlonê têkoşîn dan heta niha, têkoşîneke bi kok a welat heye. Zexta ku her roj zêde dibe, ji bo tepisandina vê têkoşînê ye." Ozgen ev yek wekî "Pirsgirêka herî mezin a çepgiran" şîrove kir û sedemên wê wiha vegot:    "Dengê çepgirên berê tenê di dirûşman de hatiye hepiskirin, çîna navîn û qada têkoşînê di Eniya Neteweyî de hepiskirine. Ev pirsgirêka herî mezin a bêdengiyê ye. Peyva "Aştiyê' ya naveroka wê vala, dê ji bo kesî tiştekî neyne. Heke tarîfa jiyaneke nû daneyne holê, dê wekî têgeh naveroka 'aştiyê' jî bê valakirin."   ‘DIVÊ EM ZIMANEKÊ NÛ BIAVIRÎNIN’   Prof. Ozgen da zanîn ku ji ber civak li Tirkiyeyê di nava şer de ye, şikesteka di navbera gelan de her ku diçe zêde dibe.   Ozgen got ku li dijî vê, hişmendiya îllegalîte ya hatiye berovajîkirin û rûxandinê bi pêş dixe na, divê zimanê jiyanê bê avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi vê re, zimanekî ku rewabûna hemû desthilatdariyan belav dike û rewabûna xwe dixwaze, divê bê avakirin. Divê em li dijî maseya şer, maseya ku aktorên wê zêdeyî ava bikin. Divê neyê ji bîrkirin, tu dewlet tenê bi soza rûxandinê hebûna xwe ava nake. Tenê dikare mekanîzmayên ku hebûna wê ava dike, hişk dike. Rejîmeke otorîter, li gorî xwezeya xwe nikare xwe berdewam bike. An dê şidetê zêde bike, an jî dê têk biçe."   'DIVÊ EM XEYALÊN XWE YÊN JIYANÊ AVA BIKIN'   Ozgen derbirî ku îro ew bi hikumeteke ku li dijî gelê xwe şer bi pêş xistî re rû bi rû ne, dê encamê vê gelek giran bin, divê bi zimanekî herî gihîstî civak bê fêmkirin.   Ozgen destnîşan kir ku kesên welat veguherandin girtîgehê, êdî nikarin rêveberiyê di destê xwe de bigirin, tiştên di van şertan de bên kirin wiha vegot: "Hemû hêjahiyên jiyanê yên dilxwaziyê tenê ne bi gotinê, divê bi avakirinê em bidin nîşan. Lewre divê em naveroka aştiyê pir xurtî dagirin. Ez her dem dibêjim; Divê em bikaribin edaleteke jinê û exlaqê ava bikin."   MA / Bîlal Seçkîn