‘Em bibin dengê girtiyan' 2022-01-28 09:03:16 ÎZMÎR - Parlementerên HDP'ê Serpîl Kemalbay û Mûrat Çepnî xwestin daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin. Her wiha HDP'îyan bang li hêzên demokrasiyê kirin ku bibin dengê girtiyan.  Li Girtîgeha Kiriklar a Bûca ya Îzmîrê ya Jimare 2'yan a Tîpa F'yê, çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî binpêkirinên mafan û zextên li ser girtiyan didomin. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku Sînan Dûrmaz, Onûr Yilmaz, Abdûllah Gunay, Sabah Dayan, Ozan Alpkaya, Halîs Daghan, Sertaç Kiliçarslan û Kenan Yildizbakan di 28'ê Mijdara 2021'ê de dabûn destpêkirin di roja 62'yan de ye. Her wiha Mahîr Çakir, Şaban Sidal û Îbrahîm Tîkan jî di 27'ê Kanûna 2021'ê de tevli çalakiya greva birçîbûnê bûbûn û çalakiya wan jî di roja 33'yan de didome.    Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Îzmîrê Serpîl Kemalbay û Mûrat Çepnî têkildarî grevên birçîbûnê û zextên li ser girtiyan axivîn.    Kemalbay, ragihand ku Midûrê Girtîgeha Kiriklarê Haydar Alî Ak îşkenceyê li girtiyan dike û girtî jî li dijî vê dest bi greva birçîbûnê kirine. Kemalbay got: "Girtî dibêjin, heya şert û mercine ewle yên ji bo jiyana wan çênebin dê çalakiya wan bidome. Daxwazên wan daxwazine mafdar in."   'DÊ ÇI BÊ KIRIN?'   Kemalbay, bibîr xist ku ji ber van zextan û çewisandinan di 17'ê Çileyê de hevdîtin bi îdareya girtîgehê re kirine, lê belê piştî hevdîtinê zext zêdetir bûne. Kemalbay, destnîşan kir ku piştî hevdîtinê midûrê girtîgehê Alî Haydar Ak gef li girtiyan xwariye û ya hatiye kirin bûye sedema fikarên mezin. Kemalbay, bilêv kir ku hewldanên wan ên têkildarî mijarê didomin û got: "Dê Baroya Îzmîrê û rêxistinên hiqûqê têkildarî grevên birçîbûnê hevdîtinê bi serdozger re bikin. Em jî, em ê hevdîtinê bi Wezareta Dadê û Midûrê Giştî yê Girtîgehan re bikin. Her wiha em ê bibêjin em dixwazin serdana girtîgehan bikin. Her wiha em hewl didin cardin bi rêvebiriya girtîgehê, serdozger û girtiyan re hevdîtinê bikin. Ji xeynî vê ji bo Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê jî tevbigere em ê daxwaznameyekê bidin."    'EM BIBIN DENGÊ WAN'   Kemalbay, destnîşan kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan ên giran rû didin û got: "Ev tenê li Kiriklarê çênabin. Li Şakranê û girtîgehên din jî çêdibin. Tê gotin li wan deran jî grevên birçîbûnê dest pê kirine. Em hewl didin têkildarî vê raporekê çêbikin. Her kes divê di vî warî de hesas tevbigere û bibe dengê girtiyan."    ÎŞKENCEXANE   Parlementerê HDP'î Mûrat Çepnî jî destnîşan kir ku tiştên li girtîgehan diqewimin girêdayî siyaseta welêt in û got: "Qesr, li hemberî hemû muxalifan polîtîkayeke tahdeyê û tecrîdê ya giran pêk tîne. Hema bibêje ji xeynî wê kî deng bike, hemûyan wekî dijmin lanse dike û ceza dike. Li derve hemû kuçe veguherandine girtîgehan. Girêdayî vê girtîgeh jî veguherîne îşkencexaneyan. Îqtidar, ji ber ku nikare derve teslîm bigire, dixwaze bi polîtîkayên xwe yên îşkence û mirinê gefeke din bide der."    BANGAWAZÎ   Çepnî, anî ziman ku girtîgeh bi awayekî taybet hatine bijartin, lê ji dîrokê jî tê zanîn ku girtîgeh tim bûne navendên berxwedanê. Çepnî got: "Dê ew wêrekiya li girtîgehan li nav civakê belav bibe."   Çepnî, destnîşan kir ku li girtîgehan îşkence heye û got: "Dibe cenaze derkevin. Em bang li tevahiya hêzên demokrasiyê dikin ku di vî warî de hesas bin û bitêkoşin."    MA / Tolga Guney