TGS'ê bang li BBC'yê kir: Daxwazên rojnamevanan qebûl bike 2022-01-28 09:03:14 STENBOL - Serokê Giştî yê TGS'ê Gokhan Dûrmûş, bang li BBC'yê kir ku daxwazên mirovane yên rojnamevanan qebûl bike.  Piştî ji hevdîtinên Peymana Kar a Giştî (TÎS) yên di navbera Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGS) û Buroya BCC'yê ya Stenbolê de tiştek derneket, sendîkayê di 14'ê Çileyê de ragihand ku li ber ofîsa li Taksîmê dest bi grevê kiriye. TGS'ê anî ziman ku heya "pêşniyazek adil bê kirin" dê li vira bin.    Rojnamevan, çendî dinya berf û boran e jî, 15 roj in grevê xwe didomînin.    Serokê Giştî yê TGS'ê Gokhan Dûrmûş, biryara ku girtine nirxand.    LI HEV NEKIRIN   Serokê Giştî yê TGS'ê Dûrmûş, anî ziman ku rojnamevanên di ofîsa BCC'yê ya Stenbolê de dixebitin, di meha Hezîranê de bûne endamê sendîkaya wan û ji bo hevdîtinên peymana giştî serlêdan kirine. Dûrmûş, diyar kir ku piştî karbidestiya ji bo peymana giştî bi dest xistine, di 9'ê Tebaxa 2021'ê de hevdîtinên Peymana Kar a Giştî dest pê kirine. Dûrmûş, destnîşan kir ku di 6 mehan de wan û kardêran nêzî 10 hevdîtin kirine, lê piştî li hev nekirine di 14'ê Çileya 2022'yan de biryara xwe ya ji bo grevê ragihandine.   NÎVÎYÊ MEAŞ HELIYA NEMA   Dûrmûş, destnîşan kir ku daxwaza rojnamevanan tenê meaşê wan ê ku ji ber krîza aborî dihele bê çareserkirin û got: "Me û BBC'yê ji hev fêm nekir. Ez wisa difikirim ku BBC, di warê rewşa Tirkiyeyê de ne serwext e. Malûm e, li Tirkiyeyê ji bo her kesî du enflasyon hene. Yek jê, enflsayona ku TUÎK wê didewisîne û ya din jî enflasyona bera ye. Derdê sereke yê hevalên me, ji sedî 50'î meaşê wan ê ku 2 sal in dihele bi xwe ye. Beriya grevê pêşniyaza dawî ji sedî 20 bû. Lê me got, ji sedî 20 dê nikaribe vê helandina meaşê rojnamevanan telafî bike û me dest bi grevê kir."    'ME 4 TÎS ÎMZE KIRIN'   Dûrmûş, dubare kir ku li Tirkiyeyê meaşê rojnamevanan pir dihele û got: "Bi rêjeya dawî ya enflasyonê re hema bibêje meaş bû çûkek an jî ji çûkeke biçûktir. Rojnamevan nikarin debara xwe bikin. Helbet sedemek vê jî nebirêxistinbûyîna di bin banê sendîkayê de ye. Lê guherînek heye. Êdî rojnamevan jî vî tiştî tînin ziman. Eleqeya ji bo sendîkayan zêde dibe. Bi vê re daxwazên wan ên ji bo peymana giştî jî zêde dibin. Em TGS, me di salekê de 4 TÎS îmze kirin. Dê BBC bibe ya pêncan. Li cihekî din jî hê nîqaşçn me didomin. Yanî bi giştî dê bibin 6 peyman. Ji bo jiholêrakirina xizaniyê hewldanek heye. Ez wisa difikirim ku dê ev hewldan bi ser bikeve."    LI BENDA PÊŞNIYAZEK BAŞ IN   Dûrmûş, da zanîn ku çendî dest bi grevê kiribin jî, lê hevdîtinên wan ên bi kardêr re didomin û got: "Belkî çend roj bi şûn de pêşniyazek baş bê kirin û ev pêvajo jî biqede. Em bang li BBC'yê dikin ku rojek berî rojekê van daxwazên mirovane yên hevpîşeyên me qebûl bike."