Dayika girtî: Me zarokên xwe ne ji bo îşkenceyê mezin kirine 2022-01-28 09:03:12 COLEMÊRG - Samî Geylanî li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê girtî ye bi telefonê li gel dayika xwe axivî behsa binpêkirinên mafan kir. Gulşen Geylanî got wan zarokên xwe ne ji bo îşkence li wan were kirin mezin kirine û xwest zextên li ser girtiyan bi dawî bibin.  Roj bi roj êriş, zext û îşkenceya li girtîgehan zêdetir dibin. Bi hezaran girtiyên siyasî yên kurd bi binpêkirinên mafan re rûbirû dimînin. Yek ji van girtiyan jî Samî Geylanî ye ku niha li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ya Jimara 2’yan dimîne ye. Geylanî di sala 2010’an de li navçeya Dêrika Mêrdine bi îdiaya “endamê rêxstinê ye” hatiye girtin û 16 sal ceza lê hatiye birîn. Geylanî 12 sal in girtî ye û 4 caran hatiye sirgûnkirin. Dema nû têgirtin wî dişînin Girtîgeha Amedê ya Tîpa D. Pişt re jî wî sirgûnî Girtîgeha Sîncana Enqereyê, Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F û Girtîgeha Bunyana Kayseriyê dikin.    Samî Geylanî her roja duşemê bi telefonê li gel dayika xwe Gulşen Geylanî diaxive. Geylanî di telefonê de qala êrişên binpêkirinên mafan ku pê re rûbirû mane kir û destnîşan kir ku gardiyanan îşkence û zextên derûnî li girtiyan dikin û pêdiviyên wan rojane nadin wan.    ‘HEM CEZA DIKIN Û HEM JÎ ÎŞKENCEYÊ LI WAN DIKIN’    Gulşen Geylanî  ya bi lawê xwe re axivî diyar kir ku lawê wê jê re wiha gotiye: “Gardiyan zextan li me dikin. Gardiyan di derengiya şevê de bi ser qawîşan de digirin. Tiştên me pêwîst nadin me. Dema gardiyan tên odeyê dibêjin, 'Dema em hatin jimartinê, hûnê rabin ser piya û amadeyî bisekinin’. Kursiyên em li serê rûdinên jî nadin me.”    Gulşen Geylanî bertek nîşanî zextên li ser girtiyan ad û got: “Îşkenceya derûnî li girtiyên siyasî dikin. Kurê min hem girtî ye hem jî zext lê tên kirin. Divê îşkenceyê li girtiyan nekin û tiştên xerab neyinin serê girtiyan. Ev 2 meh in me cil û pêdivî ji lawê min re şandine, lê hêj nedanê. Nameyên girtiyan nadin wan. Gelek zext li wan tê kirin, lê ji bo ez pê neêşim ji min re nabêje.”    3 CAR IN QAWÎŞA WÎ DIGUHERÎNIN    Geylanî anî ziman ku di nava 4 mehan de sê caran qawîşa lawê wê guhertine û got: “Ez 5 rojan li girtîgehê geriyam, min got ka çi bi serê kurê min de hatiye. Mixabin her 5 roj jî bersiva min nedan. Dawiyê bersiva min dan û gotin ku nikarin agahiyan li ser telefonê bidin.”    ‘JI ÎŞKENCEYÊ RE ÊDÎ BES E’    Geylanî da zanîn ku her tim lawê wê di xema wê de ye û tenê ne we hemû dayikên girtiyan ji bo zarokên xwe bi fikar in. Geylanî anî ziman ku ev zexta li girtiyan tê kirin di heman demê de li malbatên wan jî tê kirin û got: “Êdî bes e îşkenceyê li zarokên me dikin. Em dayik vê zilmê û îşkenceyê qebûl nakin. Bes ê êdî bila dayikan aciz nekin.”    ‘ZAROKÊN ME JI BER ZILMÊ DIKEVIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ’    Geylanî bal kişand ser zext û êrişên li ser girtiyan û wiha got: “Bila berpirsyarên hikûmetê wezîfeya xwe bicih bînin. Heke zext berdewam bikin wê girtî bikevin çalakiya greva birçîbûnê. Heke vê carê bikevin çalakiyê kes nikare pêşiya girtiyan bigire. Bila êdî destên xwe ji ser zarokên me rakin. Zarokên me tînin wê astê ku çalakiyan li dar bixin. Ev zilm li tu dewletên ecnebiya jî tune ye. Me li dewletên ecnebiyan zilmek wiha nebîhstiye û nedîtiye.”    ‘BILA HER KES RABE SER PIYAN’    Geylanî bang li malbatên girtiyan kir ku ji bo zarokên xwe girtî rabin ser piya û mil bidin milê hev û pêşî li vê zilmê bigirin. Geylanî diyar kir ku ji bo zarokên xwe ew dikarin her tiştî bikin û got: “Eger em bixwazin em ê biçin ber deriyên girtîgehan. Em ê biçin ber Wezareta Dadê rûnên. Bila kes xwe bêdeng neke. Me ewladên xwe li erdê nedîtiye. Me zarokên xwe ne ji bo ku dewlet îşkenceyê li wan bike mezin kir. Hiş û hizrên me li ser zarokên me ye. Em ji rewşa wan bi fikar in.”    4 SAL IN KURÊ XWE NEDÎTIYE    Gulşen anî ziman ku ew êdî zilma li ser zarokên xwe naxwazin û xwest girtiyan bînin bajarên nêzî malbatên wan. Gulşen destnîşan kir ku 4 sal in wê kurê xwe nedîtiye û got: “Xwedê jî vê zilmê qebûl nake.”    BANG LI PARLAMENTERAN KIR    Geylanî bang li parlamenter û parêzeran kir ku hin bêtir xwedî li girtiyan derkevin û divê parlamenter û parêzer hefteyê carek serdanan hemû girtîgehan bikin û pêşî li zext û zordariyan bigirin.    MA / Mazlûm Engîndenîz