ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2022'YAN 2022-01-28 09:00:06 * Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku axaftinên Erdogan, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girantir dike. Gunay got ku hewceye tecrîd bi dawî bibe û Ocalan bi xwe biaxive. * Samî Geylanî li Girtîgeha Buryana Kayseriyê girtî ye bi telefonê li gel dayika xwe axivî behsa binpêkirinên mafan kir. Gulşen Geylanî got wan zarokên xwe ne ji bo îşkence li wan were kirin mezin kirine û xwest zextên li ser girtiyan bi dawî bibin.    * Meryem Dayan a dayika Abdulgaffar Dayan ê wesayîta zirxî lê qelibî û jiyana xwe ji dest da wiha got:" Bila van erebeyên zirxî ji sûkan vekişînin. Ew kesên ku dibin sedema mirina van zarokan divê ku bên girtin û cezakirin."    * Serokê Giştî yê TGS'ê Gokhan Dûrmûş, bang li BBC'yê kir ku daxwazên mirovane yên rojnamevanan qebûl bike.    * Hediye Alagaş ku dengbêjiyê wekî "dengbêjî, serîhildana jinê ye" pênase kir û got: "Jin, li hemberî êşên xwe, bi dengbêjiyê dengê xwe bilind dikin."   * Parlementerên HDP'ê Serpîl Kemalbay û Mûrat Çepnî xwestin daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin. Her wiha HDP'îyan bang li hêzên demokrasiyê kirin ku bibin dengê girtiyan.    * Walîtiya Êlihê, nehişt Platforma Zimanê Kurdî ji bo xebatên xwe li bajêr standê vegire.    * Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Umît Akbiyik, diyar kir ku bi kongreya ku li dar xistin careke din ruhê têkoşînê dane der û got: "Armanca ewil a ciwanan, şikandina polîtîkaya tecrîdê ye."   * Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana "binpêkirina mafê îfadekirina azadiyê" a rojnamevan Mehmet Guleş ê 6 sal û 3 mehan di hepsê da ma qebûl nekir.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 326'emîn de berdewam dike.    * Şaxên OHD, ÇHD û ÎHD'ê yên Îzmîrê wê têkildarî Abdulgaffar Dayan ê li Cizîrê bi wesayîta zirxî hat kuştin, li ber Dadgeha Bayrakliyê wê daxuyanî bidin. (12.30)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan li Amedê û Wanê wê berdewam bike. (13.00-16.00)   * Hewldana Ji Bo Roboskî Edalet wê di meha 121'emîn de li avahiya Şaxa ÎHD'a Enqereyê daxuyanî bide. (13.30)