Azadkirina Kobanê hat pîrozkirin 2022-01-27 19:26:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Kobanê, salvegera azadkirina Kobanê û damezrandina Rêvebiriya Xweser pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de hat destnîşankirin ku dê gelê herêmê hemû komployan pûç bike.  Gelê Kobanê, 7'emîn salvegera azadkirina Kobanê û danezrandina Rêvebiriya Xweser li Hola Firatê ya li ser rêya Heleb-Kobanê bi coşeke mezin pîroz kirin. Şêniyên herêma Firatê, şandeyên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Meclisa Sivîl a Reqayê û gelek rûspiyên Ereb ên Reqayê, endamên rêvebir ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şandeyek ji Minbicê tev li şahiyê bûn.   Di şahiyê de Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Zozan Bekir axivî. Bekir ewilî bi xêrhatina beşdaran kir û got: “8 sal di ser damezirandina Rêveberiya Xweser re û 7 sal di ser rizgarkirina bajarê Kobanê re derbas bûn. Dîrok li Hesekê dubare bû û ev yek îspat dike ku QSD destkeftiyên gel û şehîdan diparêze û dê bi ser bikeve.”   ‘RÊVEBERIYA XWESER BERHEMA TÊKOŞÎNÊ YE’   Di şahiyê de Hevserokê Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîd Etî jî got: “Dema em dibêjin Rêveberiya Xweser, em salên dirêj ên têkoşîna gelê kurd bi bîr tînin. Em bi hezaran şehîdan ne tenê şehîdên berxwedana Kobanê, lê belê şehîdên azadiyê li her çar parçeyên Kurdistanê bi bîr tînin.”   Etî diyar kir ku Rêveberiya Xweser berhema wê têkoşînê ye û ev têkoşîn ji bo parastina mafên gelan li Rojhilata Navîn ava bû.   ‘SERKEFTIN DÊ PARA ME BE’   Di şahiyê de Hevserokê Meclîsa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El-Zîb jî axivî û got: “DAIŞ'ê li vir bi bin ket. Serkeftina li Kobanê, serkeftineke siyasî, leşkerî û sivîl bû. Em vê serkeftinê li hêzên xwe pîroz dikin. Serkeftina QSD`ê serkeftina me ye û serfirazî ye. Her tim dê serkeftin para me be.”   Her wiha di şahiyê de endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Macîde Hesûn jî axivî û salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir. Hesûn, destnîşan kir ku dewleta tirk careke din hewl da gelê herêmê li Hesekê tune bike, lê bi saya berxwedana hêzên têkoşer îspat bû ku Kobanê dê her tim a gelê xwe be û Hesekê bi bin nakeve û dê gelê herêmê bi ser bikeve.   Di şahiyê de gelek tîmên hunerî berhemên xwe pêşandan û gelek peyamên pîrozbahiyê yên gelek sazî û partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin xwendin.