Malbata Dokûyê giliyê Cemîle Yucerê kir 2022-01-27 18:10:33   DERSIM- Malbata Gulîstan Dokûyê, li Serdozgeriya Komarê ya Dersimê giliyê Cemîle Yucer, dêya sergumanbarê windabûna Dokûyê Zanîal Abarakov, kir.    Malbata Gulîstan Dokûyê ya ku ji 5'ê Çileya 2020'an ve winda ye, li Serdozgeriya Komarê ya Dersimê giliyê Cemîle Yucer, dêya sergumanbarê windabûna Gulîstan Dokûyê Zaînal Abarakov, kir.    Çend roj berê Cemîle Yucer, dêya Abarakov, daxwaznameyek şandibû CÎMER'ê û xwestibû biryara qedexekirina çûna derveyî welêt a derbarê wan de bê betalkirin.    Li gor tê gotin, Yucer di daxwaznameya xwe de ji bo malbata Dokûyê gotiye, "terorîst". Malbata Dokûyê jî ji ber vê pênaseyê îro çû Serdozgeriya Komarê ya Dersimê û giliyê Yucerê kir.