Girtiyan pirsgirêk ragihandin 5 sal ceza li wan birîn 2018-02-24 09:26:18 ÎZMÎR- Li Girtîgeha Şakranê, li du girtiyên ku ji ber çewisandinên li girtîgehê şermezar kirin, 5 sal ceza li wan birîn. Bi îdiaya ku girtiyan "Zirar dane malê cemaweriyê" ceza li wan birîn û hat diyarkirin ku girtîgeh bi 792 lîre û 45 qurişan xesar dîtiye.  Li Girtîgeha Jinan a Şakrana Îzmîrê, ji ber ku binpêkirinên mafan li girtgehê zêde bûn, di 27'ê Mijdara 2016'an de çalakî li dar xistin. Dîdem Akman a girtî şibakeya hucreya ku lê dima şikand û agir berda nivînan, Turkan Ozen jî şibekeya hucreya lê dima şikand. Bi mudaxilekirina gardiyanan agir hat tefandin û der barê her du girtiyên jin de bi îdiaya "Zirar dane malê cemaweriyê" li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Alîagayê doz li wan vekirin.    Di dariznadinê de Ozen bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû û îdiayên der barê xwe de red kir. Akman jî di parastinê de destnîşan kir ku çalakiya ku wê li dar xistiye ne sûc e û wiha got: "Şert û mercên girtîgehê zaf xirab in. Îdare gelek mafên me bin pê dike. Mafê me yê sohbetê hatiye binpêkirin. Pirtûkên ku em dixwazin îdare nade. Hikumxwarên nexweş nayê dermankirin. Me jî mafê xwe yê demokratîk bi kar anî. Me bi dirûşm, çalakiya rûniştinê hewl da ku em dengê xwe ragihînin. Lê îdareyê em esas negirtin û em bi nêzîkatiyê xirab re rû bi rû man. Ji bo ez dengê xwe ragihînin, min jî agir berda nivînan. Lê ev tenê çalakiyeke ji bo bertekdayînê ye. Bi tu awayî qesda min a sûcekî tune. Zirara ku rû da jî min neda û ez ê nedim."   5 SAL CEZA BIRÎN    Di danişîna dozê ya di 18'ê Çileyê de pêk hat, dadgeh 2 sal ceza li Akman birî lê bi hinceta sedemên giran in ceza kir 4 sal. Her wiha bi heman îdiayê û ji ber zerara ku rû da salek ceza jî li Ozen birî.    Di biryarê de hat diyarkirin ku ji ber çalakiya Akman 628 lîre û 45 quriş zirar û ji ber çalakiya Ozen jî 164 lîre zirara cemaweriyê çê bûye.    'CEZA NAYÊN QEBÛLKIRIN'    Parêzerê Akman û Ozenê Dînçer Çalim destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tesîreke zêde li girtiyan dike û piştî çalakiya muwekîlên wî, ji dêvla ku binpêkirinên mafan bibin rojeva dadgehê, ew cezakirine. Çalim bi lêv kir ku gelek girtî bi vê rewşê re rû bi rû ne û ger binpêkirinên mafan bidomin, dê jiyana li girtîgehê xirabtir bibe. Çalim derbirî ku tevî ku înfaza gelek girtiyan temam bûye jî nayên berdan û ji ber van cezayan derketina girtiyên siyasî tê astengkirin.    Çalim got ku ku cezayên hatine birîn nayên qebûlkirin û aşkera kir ku ew ê biryara hatiye dayîn bişînin temîzê.