Aydenîz: Em ê bi rêxistinbûyînê bersiva êrişên îqtidarê bidin 2022-01-27 17:48:04   ÊLIH - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, destnîşan kir ku dê bi rêxistinbûyînê bersiva êrişên îqtidara AKP-MHP'ê bidin.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), dê di 27'ê Sibatê de bi dirûşmeya "Dem dema azadiyê ye" 6'emîn kongreya xwe ya asayî li dar bixe. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, têkildarî kongreyê li Êlihê hevdîtin bi nûnerên rêxistinên civakî re kir. Hevdîtin li Hêwana Konferansê ya Baroya Êlihê hat kirin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, nûnerên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêvebirên HDP'ê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên bajêr tevli hevdîtinê bûn.    ‘ARMANC GUHERANDINA ROJEVÊ YE'    Hevseroka Giştî ya DBP'ê Aydenîz, di hevdîtinê de axivî. Aydenîz, diyar kir ku ji zû de ye îqtidara AKP-MHP'ê hewl dide ji aloziyê sûdê bigire û êrişên li ser partiya wan jî perçeyeke vê yekê ne. Aydenîz, destnîşan kir ku îqtidara AKP-MHP'ê ji bo ji krîzan xelas bibe êrişî avahiyên partiya wan dike, lê ew ê jî bi rêxistinbûyînê bersiva van êrişan bidin."    Aydenîz, di berdewama axaftina xwe de bilêv kir ku xebatên wan ên ji bo kongreya wan didomin û got: "Niha em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Ev pêvajo ji bo gelên Tirkiyeyê pêvajoyeke pir girîng e. Lewma di vê pêvajoyê de kongreya me xwedî girîngiyek mezin e."    Aydenîz, destnîşan kir ku îqtidara AKP-MHP'ê dibe cihê alozî û kaosên mezin û got: "Lê em ê nehêlin. Me û hevalên xwe nexşerêya pêvajoya nû çêkiriye û em ê bi kongreyeke xurt bersiva van êrişan bidin."    Pişt, axaftinê hevdîtin bi awayekî sergirtî dewam kir.