‘Li girtîgehê tiştên derî mirovahiyê tên serê min' 2022-01-27 17:00:05   ENQERE - Girtî Mehtap Kiyar a ji ber ketibû greva birçîbûnê tê darizandin, di parastina xwe de bal kişand ser binpêkirinên mafan ên di girtîgehê de û got: “Tiştên derî mirovahiyê tên serê min."    Danişîna 3’yemîn a doza derbarê girtî Mehtap Kiyar de bi hêceta çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan dabûn destpêkirin bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû vekirin, li 32’yemîn Dadgeha Cezayê Giran Enqereyê hat dîtin. Kiyar, ji Girtîgeha Jinan a Şakranê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzera Kiyar, Çîgdem Kozan li eywana danişînê amade bû.    ‘MIN BERTEK NÎŞANÎ BÊHIQÛQIYÊ DA’   Piştî tespîtkirina nasnameyan wergêrvan ê ji bo Kiyar a parastina kurdî bike, li eywanê amade bû. Kiyar, bi bîr xist ku li dosyayan nêrîye, beriya niha li ser îdiayan parastine xwe kiriye û wiha got: “Ez li dijî bêhiqûqiyên li girtîgehê ketim çalakiya greva birçîbûnê. Min dawiya sala par jî heman tişt jiyan. Ez li derveyî vîna xwe bêyî ku ji min bipirsin ez birim Îzmîr e. Ev sirgunek bû. Min jî li dijî bêhiqûqiyan bertek nîşan da. Ji ber ku ez girtî bûm tişteke din ku ez bikim tune bû. Li girtîgehê tiştên derî mirovahiyê tên serê min.”   Kiyar, da zanîn ku 3 hevalên wê yên di heman dosyayê de tên darizandin beraet kirine û wiha axivî: “Ez jî li ser van esasan beraeta xwe dixwazim.” Parêzer Çîgdem Kozan, bi lêv kir ku tevlî beyanên muwekîla xwe dibe û wê piştî mutaalaya dozger parastina xwe bike.    Dozger, mutaalaya xwe ya ku ji Kiyar re cezayê hefsê xwest, dubare kir.    ‘DI HOLÊ DE SÛC TUNE YE’   Kiyar, a têkildarî mutaalayê mafê axaftinê girt, anî ziman ku çalakiya greva birçîbûnê ya ketiyê di çarçoveya DMME Û PMME’yê ne û wiha got: “Min mafê xwe bikaranî. Di holê de tiştekî ku sûc be nîne. Dadgeh jî girêdayî van qedexeyan e. Ez dixwazin li ser van esasan biryar were dayîn.”   Danişîna din taloqî 22’yê Adarê hat kirin.