Malbata Dayan bertek nîşanî qeyûm Tunç da: We ev cînayet kiriye 2022-01-27 16:36:33 ŞIRNEX – Wesayîta bizirx a bi cureya Rangerê li Cizîrê li Abdulgaffar Dayan xist û Dayan kuşt. Qeyûm Mehmet Tunç jî çû sersaxiya malbata Dayan. Lê malbatê bertek nîşan dan û got: “We ev cînayet kiriye.” Li ser berteka malbatê qeyûm neçar ma ku ji cihê şînê biçe.  Xwendekarê bi navê Abdulgaffar Dayan (23) di 24’ê çileyê de dema ji pira kevin (Cadeya Yafesê) ber bi fêrgehê ve diçû, wesayîta bizirx a bi cureya Ranger li Dayan xist û Dayan jiyana xwe ji dest da. Malbatê şîna Dayan li Mizgefta Haci Çagli ya Taxa Konakê hatibû danîn.  Qeyûm Mehmet Tunç jî ber bi danê nîvro ve çû sersaxiya malbatê. Lê malbata Dayan bertek nîşanî qeyûm Tûnç dan.    ‘ÇI KARÊ WESAYÎTÊN BIZIRX LI KOLANÊN ME HEYE?’   Apên Abdulgaffar Dayan bertek nîşanî qeyûm Tûnç dan û gotin: “Li gorî me, we ev cînayet kiriye. We bi dehan endamên hêzên ewlekariyê yên serxweş û wesayîtên bizirx dayîne pey xwe û hatine vir. Çi karê van wesayîtên bizirx li taxa me heye?" Li ser vê bertekê, qeyûm Tûnç bêyî ku bersiva pirsên malbatê bide ji cihê sersaxiyê çû.    Şaredariya Cizîrê 4 roj piştî cînayetê li ser hesaba xwe ya twîtterê ragihand ku wesayîta ku li Dayan xistî û bûye sedema mirina wî, ya wan e.