Bi gotina 'xwezî bi kesê ku dibêje ez kurd im' doza êrişê zêde bû 2022-01-27 16:11:58 RIHA - Girtiyên ku li Girtîgeha Qeyseriyê tên ragirtin, diyar kirin ku bi ferzkirina gotina gardiyanan a "xwezî bi kesê ku dibêje ez tirk im" bersiva "xwezî bi kesê ku dibêje ez kurd im" dan, doza êrişa li wan hat kirin zêde bû.   Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan her ku diçe zêde dibin. Şaban Kaygûsûz ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Bunyana Qeyseriyê tê ragirtin û destek û lingekî wî tune ye, ji sedî 90 rapora wî heye, bi telefonê bi malbata xwe re axivî. Kaygûsûz, ragihand ku gardiyanan êrişî wan kirine. Kaygûsûz, diyar kir ku êriş di 23’yê Çileyê de pêk hatiye û di êrişê de linge girtiyê bi navê Yucel Hazar şikestiye. Kaygûsûz, da zanîn ku gardiyanan gotina "xwezî bi kesê ku dibêje ez tik im" li girtiyan ferzkiriye û ji ber girtiyan bersiva "xwezî bi kesê ku dibêje ez kurd im" dane doza êrişê zêde bûye, êriş bi fermana midurê girtîgehê Alî Ç. pêk hatiye. Kaygûsûz, dazanîn ku li girtîgeha lê tên ragirtin ewlehiya canê wan nîne û bi rêya malbatê banga hestiyariyê li rayagiştî kirin.     Birayê Şaban Kaygûsûz (24), Muhammed Kaygûsûz ê hevdîtina bi telefonê nirxand diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li ser girtîgehan demekî dirêje didomin û wiha got: “Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan keyfî ne. Êrişa li ber çavên midurê girtîgehê hatiye kirin nîşan dide ku rewş çiqas cidî ye. Gardiyanan gotina "xwezî bi kesê ku dibêje ez tirk im" li girtiyan ferz kiriye, girtiyan jî bersiva "xwezî bi kesê ku dibêje ez kurd im" dane. Ji ber vê yekê gardiyanan li wan daye û bi cezayên dîsîplînê gef li wan tê xwarin.”   ‘EM ÊRIŞAN ŞERMEZAR DIKIN’   Kaygûsûz, bi lêv kir ku tevî lingekî birayê wî nîne jî rastî îşkenceya hejmartina ser piya hatiye û wiha berdewam kir: “Em îşkencekirina kesekî ji sedî 90 astengdar şermezar dikin. Ev pêkanîn sûcê mirovahiyê ne. Divê rayedar demildest dest ji van pêkanînan berdin. Em her roj ji girtîgehan agahiyên mirinê digirin û fikarên me hene. Divê rayedar berpirsyartiyên xwe bi cih bînin.”   Kaygûsûz, anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Bunyana Qeyseriyê geriyane, rayedaran agahî nedane wan û bang li saziyên mafên mirovan kirin ku biçin li girtîgehê lêkolînan bikin.    ÎŞKENCEYA SÎSTEMATÎK   Li aliyê din Alî Saday ê di heman girtîgehê de dihat ragirtin, di hevdîtina bi telefonê ya di 24’ê Çileyê de ragihandibû ku îşkence li wan hatibû kirin. Muhammed Saday ê bi kekê xwe re axivî bû, naveroka hevdîtinê wiha ji ajansa me re vegotibû: “Nêzîkî meheke îşkenceyeke sîstematîk dikin. Piştî hejmartina sibê û êvarî, bi erde re kaş dikin, pêhna li wan didin. Ev îşkenceya sîstematîk bi fermana midurê girtîgehê Alî Ç. tê kirin.”   Rayedarên girtîgehê ku em bi telefonê pê re axivîn gotin ku kesekî rayedar nîne ku agahiyê bide.