Girtiyê 30 salan Sittar Gunduz hat berdan 2022-01-27 15:29:49 ŞIRNEX - Girtî Sittar Gunduz ku 30 sal bûn bi hincetên siyasî girtî bû, hat berdan.   Sittar Gunduz ku di sala 1992'yan de li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi hincetên siyasî hatibû girtin, piştî 30 salan girtî ma, îro hat berdan. Gunduz ku di pêvajoyê de sewqî gelek girtîgehan hatibû kirin, ji Girtîgea Tîpa L a Patnosê hat berdan. Gunduz di saetên serê sibehê de ji girtîgehê hat berdan û malbata wî ew pêşwazî kir. Tê payîn ku di saetên êvarê de Gunduz bigihîje Silopiyayê.